Konsera Koma Liyan ji ber zexta li ser muzîkjenên jin hat betalkirin
Konsera ku biryar bû koma muzîkê ya Lianê li Ehvazê bide, ji ber daxwaza dûrxistina muzîkjenên jin ji ser dikê hat betalkirin. Serokê komê Mohsen Şerîfiyan bi gotina "Ez derxistina hunermendên jin qebûl nakim" helwesta xwe nîşan da.
Navenda Nûçeyan – Konsera koma muzîkê "Liyan” a ku dihat plankirin di navbera 3-6’ê Cotmehê de li Ehvazê pêk were, ji ber îtirazên li hemberî hebûna muzîkjenên jin li ser dike, hat betalkirin. Serokê komê Mohsen Şerîfiyan, wêneyekî belgeya teahûdê li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir û diyar kir ku ji wan hatiye xwestin muzîkjenên jin ên komê di konserê de li ser dikê cih negirin.
‘Ez derxistina hunermendên jin ji ser dikê qebûl nakim’
Mohsen Şerîfiyan, di daxuyaniya xwe ya der barê vê mijarê de diyar kir ku di tevahiya kariyera xwe ya pîşeyî de gelek belgeyên teahûdê îmze kirine lê ew ê teahûdeke ku mafên hunermendên jin binpê dike, qebûl neke. Mohsen Şerîfiyan, wiha got: "Muzîkjenên jin ên koma Lian endamên girîng ên vê malbata muzîkê ne û ez derxistina wan a ji ser dikê qebûl nakim."
Koma Lian, di bin serokatiyê Mohsen Şerîfiyan de, bi taybetî li herêma Bûşehrê ya li başûrê Îranê di qada muzîka herêmî de xebatê dimeşîne. Muzîkjenên jin jî parçeyeke kadroya komê ne.
Mohsen Şerîfiyan, betalkirina konsera Ehwazê wekî biryareke "ji ber rêzgirtina ji bo hunermendên jin, Ehwazê û muzîka Başûr" hatiye dayîn bi nav kir.
Heta roja weşandina nûçeyê, ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Çand û Rêberiya Îslamî ya Xuzistanê ve der barê daxwaza teahûda mijara gotinê û têkildarî betalkirina konsera koma Lian de tu daxuyaniyek nehat dayîn.