Kongra yekemîn a Meclisa jinan a Tevgera Civaka Demokratîk dest pê kir

Di bin dirûşma “Jina birêxistinkirî misogeriya civaka demokratîk e” Îro Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-Dem) dest bi kongra xwe ya yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Kongra yekemîn a Meclisa jinan a Tevgera Civaka Demokratîk dest pê kir

Hesekê – Di bin dirûşma “Jina birêxistinkirî misogeriya civaka demokratîk e” Îro Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-Dem) dest bi kongra xwe ya yekemîn li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Serdem a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê kir. Di kongreyê de 375 delege ji sazî, dezgeh û rêxistinên jinan, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û parêzer amade bûn. Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk ji 50 kesan pêk tê. Meclis ji berdevka jinan, hevseroka tevgerê, hevseroka yekitiyan û buroyên rêxistinî yên kantonan pêk tê.

Di kongreyê dê axaftin, nirxandina rewşa siyasî, nirxandina rewşa rêxistinî, xwendina rêzknameya meclisê û hilbijartin pêk were.

‘Em ê bi reng û hişmendiya jinên azad Sûriyeya nû ava bikin ‘

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Remziya Mihemed lidarxistina kongreya yekemîn a Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk pîroz kir û wiha got: “Ji destpêka şoreşê ve heya roja îro rola Tevgera Civaka Demokratîk di pêşxistina vê şoreşê de esas bû, li pey wê hêzeke mezin a jinan hebû, ji bo birêxistinkirina xwe û civaka xwe her kêlî di nava têkoşîn û berxwedanê de bûn. Jin sembola  şoreşa me ne û her kes wan ji bo xwe mînak dibîne. Em ê her dem mohra xwe li dîrokê bixin û pêşengiya pêngavan bikin heya ku bikaribin civakek demokratîk û azad ava bikin. Em ê civakek ku jin tê de paşguh nebin, bi rengê jinan û pêşengiya wê Sûriyeya nû ava bikin."

Kongre bi nirxandina rewşa siyasî ji aliyê endama Konseya Partiya Yekitiya Demokartîk (PYD) Foza Yûsif ve berdewam dike.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.