Kongra Star: Têkoşîna jinên Efgan li dijî tarîtiya Talîbanê mînaka berxwedanê ye
Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo têkoşîna 5 salan a jinên Efganî ya li dijî zextên Talîbanê ragihand, banga gavavêtineke pratîkî li saziyên navneteweyî kir û got ku binpêkirina mafên jinan sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Qamişlo – Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyekî çapemeniyê piştgiriya xwe ji bo berxwedan û têkoşîna 5 salan a jinên Efganî li hemberî zext û polîtîkayên tarî yên desthilatdariya Talîbanê ragihand. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star a Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna nûnerên tevger û rêxistinên jin hate dayîn.
Daxuyaniya ku bi zimanê Erebî ji aliyê Koordînasyona Kongra Star a bajarê Qamişloyê Mûna Îbrahîm ve hate xwendin, bal kişand ser rewşa giran a jin û keçên li Efganistanê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev pênc sal in Talîban desthilatdariyê dest girtiye û di vê demê de ji bilî serdemeke tarî, paşveçûna bi zorê û bêparkirina mafên bingehîn tiştekî din pêşkêş nekiriye. Ev yek jî bûye yek ji krîzên herî giran ên mirovî û mafên mirovan ên serdema me.
Bê maf hiştina jinan
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji roja ewil a hatina Talîbanê ve, jinên Efganî bûn armanc û xetereyên mezin ewlehî û hebûna wan tehdît dikin. Mafên wan ên bingehîn ên ku bi peymanên navneteweyî hatine parastin hatine binpêkirin: “Perwerde û zanîngeh ji keçan re hatine girtin û xewnên nifşan hatine jêbirin. Mafê xebatê ji wan hatiye standin, ji jiyana aborî û giştî hatine dûrxistin û şiyana wan a xwedîderketina li xwe û malbatên wan hatiye sînorkirin.”
'Ev ne tenê meseleya siyaseta herêmî ye’
Daxuyaniyê destnîşan kir ku sînorkirinên li ser azadî, êrîş û hewldanên ji holê rakirina nasnameya jin ne tenê pirsgirêkeke herêmî ne, sûcekî eşkere li dijî mirovahiyê û rûmeta mirovan e.
Bangawaziyeke xurt ji bo saziyên navneteweyî
Di daxuyaniyê de Kongra Star hevgirtina xwe ya bi jinên Efgan re dide diyar kirin û wiha di dome: "Em dengê xwe bi dengê jinên azad ên Efganistanê re di daxwazên wan ên rewa de dikin yek. Ji bo perwerde, kar û jiyaneke bi rûmet û ewleh. Hemû cûreyên zilm û êrîşên rojane yên li dijî jin û keçên Efganî bi tundî şermezar dikin. Bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bêdengiya xwe bişkînin, dev ji daxuyaniyên sembolîk berdin û gavên pratîkî û bibiryar biavêjin da ku zextê li ser rayedarên Talîbanê çêbikin ku van binpêkirinan bidin sekinandin.”
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî têkoşîna jinan li Efganistanê’, ‘Bijî têkoşîna jinan li çaraliyê cîhanê’,‘Bijî îradeya jinên azad’ bi dawî bû.