Kongra Star: Jin bi têkoşîna xwe pergalê dihêjînin
Koordînasyona Kongra Star qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê rêjîma Îranê ve bi daxuyaniyekê şermezar kir û banga piştgirî û hevgirtina jinan li dijî sîstemên serwer yên ku azadiya jinan diçewisînîn, kir.

Qamişlo - Li Rojhilatê Kurdistanê jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê rêjîma Îranê ve bi rengekî hovana hate qetilkirin. Îro li sranserî cîhanê jin piştgirtiya Jîna Emînî dikin û li dijî sîstema desthilatdar li qadan in. Îro jin bi pêşengtiya xwe berê sîstema koletiyê didin şoreşa azadiyê û rengê berxwedanê diyarder dikin. Hêrsa jinan sîstema serwer hejand û hîşt ku hemû civak li Îranê rabe li ser piyan.
Têkildarî mijarê Koordînasyona Kongra Star qetilkirina Jîna Emînî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kongra Star di daxuyaniyê de qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û banga piştgiriya xwepêşandanên ku bi pêşengtiya jinan tê lidarxistin kir.
Daxuyanî wiha ye;
“Ji Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê em têkoşîna jinan û hemû gelên ku zêdetirî hefteyekê ye li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her roj li qadan in û li dijî zilm û tundiyê serî hildidin, silav dikin. Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî kuştina jina kurd Jîna Emînî bi rengekî hovane ji hêla rêjîma Îranê ve, em pîroz dikin. Kuştina jina ciwan Jîna Emînî bû çirûskek ku agirê hêrsa gel ya li dijî rêjîma desthilatdar geş kir û daxwazên azadiyê pêş xist.
"Jin bi pêşengtiya xwe rengê berxwedanê diyar dikin"
Ne cara yekem e ku li dijî rejîma Îranê xwepêşandan têne lidarxistin, lê vê carê gel bi pêşengtiya jinan daxwaza azadiya jin û demokrasiyê dikin. Jin bi pêşengtiya xwe rengê berxwedanê diyar dikin, bi cesaret, hêrsa xwe û bi afirîneriya xwe bûn mînak û gel pey şopa wan dimeşe. Çalakiyên jinan ya jêkirina por, şewitandina destmalan, girtina dîlanê şoreşeke cuda ye. Bi wan çalakiyan pêşengtî dikin, her wiha cesaret û moralê didin hemû gelên azadîxwaz ên li Rojhilat, Îran, Kurdistan û seranserê cihanê. Weke tê zanîn kontrolkirina laşê jinan û bindestkirina jinan ji bo rejîma Îranê girîng e. Yek ji stûnên sereke yên rejîma Îranê û dezgehên desthilatdariya wê çewisandina jinan e û ev serhildan jî li dijî wê ye. Azadiya jinê di navenda daxwazên gel de ye. Gelê Îran, Kurd û bi taybet jinan bi biyardarî sîstema desthilatdar a Iranê red dikin û bi slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ ev sîstem tê hejandin. Wek serokê gelan Abdullah Ocalan tespît kiriye: ‘Civak tenê bi azadiya jin dikare azad bibe’ Gelê Kurdistanê û Iranê jî dest bi meşa azadiya jin û gelan kiriyê.
"Ev zêdetirî çil sal e rejîma Îran gel fetisandiye"
Berxwedana jin, porê jin, hêrsa jin, azadiya jin ji bo rêjima Îranê metirsiyek mezine. Ev zêdtirî çil sal rejîma Îran gel fetisandiye û ji bo guhertin û veguhertin girtî ye, ji ber wê bi tundî êrîşî serhildanên gel dikin. Iran guhertinê naxwaze ji ber wê hewil didin agirê şoreşê vemrînin bi nîqaşên li ser reforman an guhertinên biçûk, lê dîrokê îspat kir ku ev yek ne pêkane ye. Reform nabe ji ber ev sîstemek li ser bingeha zilm û zordariyê ser jin û civak ava bûye guhertina wê bi hilweşandina wê pêk were.
"Jin bi biryardarî û cesaret sîstema desthilatdariyê dihejînin"
Ji destpêka serhildanê de zêdetirî 50 kes ji aliyê hêzên Iranê ve hatin Şehîd xistin û hêjmarek ne nas birîndar bûn û hatine girtin. Bi taybet Jinên ku pêşengê vê serhildanê dikin tên hedef girtin, kuştin û hewldana bêdengkirina jin dikin. Lê ruxmî ku zext û êrîşek mezin ser gelê serhildêr heye ev yek bi biryardarî û cesareta dewam dike, her wiha jin doza azadiya xwe dişopînin û sîstemê didin hejandin.
Em rejîma Îranê ji bo qetilkirina Jina Aminî, ji bo qetilkirina hemû pêşandana û tundiya hemberî gel bi tundî şermezar dikin. Rêjîm hewil dide bi tundî gel bitirsîne, hewl dide bi girtina şebekeyê enternetê gel bêdeng bike û daxwazên piştigiyê lewaz bibe. Lê fedakarî, cesart û berxwedana gel bandoriyek mezin kiriye û divê her kes li wan mêze bike, li wan guhdar bike û li kêleka wan têkoşîn bike.
Em hemû kesên ku jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin bibîr tînin, divê em xwedî li daxwaza wan derkevin. Em bang li hemû jinan, hemû rêxistin û kesayetên azadîxwaz û demomratik dikin ku ji her cihê tevlî berxwedanê bibin û piştgirtî dibin. Têkoşîna wan tekoşîna me ye. Azadiya jinekê azadiya hemû jinane, divê em li seranserî cîhanê dest bi dest têbikoşin heta em baviksalarî, kapitalîzm û faşîzm hilweşînin.”