Komkujiya Cindirêsê li Silêmanî hat şermezar kirin

Nûnertiya PYD’ê ya Silêmanî bi daxuyaniya çepemeniyê komkujiya şevê Newrozê li nafçeya Cindirêsê a girêdayî Efrîna dagirkirî şermezar kirin û bang li Konseya Ewlehiya Navnetewî kirin ku li beramberî dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin.

Silêmanî- Nunertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) komkujiya di roja 21’ê Adarê li Cindirêsê a dibin dagirkeriya çeteyên girêdayî dewlet Tirk de hatî pêkanîn şermezar kir.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê gel ji bo pîrozkirina cejna Newrozê kom bûn, hêza milî ya Surye (SMO) ya girêdayî  dewletaTirk  çeteyên Ehrar El Şerqiye gule berdan di encamê de 4 Kurd hatin qetilkirin. Ev bi rojan ev komkujî ji rojevê derneketiye û gelê Kurd bang li hêzên nunerên siyaseta navnetewî dikin ku hesab ji berpirsan bi pirsin.

Li bajarê Silêmanî ya herêma Kurdistanê li dijî vê komkujiyê nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  ya Silêmanî bi daxuyaniyek ya çepemeniyê ev komkujî  şermezar kir.

Bang li Konseya Ewlehiya Navnetewî hat kirin

Di daxuyaniya ku hatî dayîn de bal hat kişandina li ser giringî û wateya cejna Newrozê ji bo gelê Kurd û wiha hat gotin: “Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Berpirsê qetilkirina hemwelatiyên me dewleta Tirk e. Em bang dikin ku Konseya ewlehiya navnetewî  berpirsyartiya  xwe bi cih bîne dagirkeriya dewleta Tirk li Efrîn, Girêsipî, Serêkaniyê, Suriye û herêmên din berdewam dike, ji bo bi dawîkirina dagirkeriyê bikevin tevgerê.”

Nûnertiya PYD’ê ya Silêmanî di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku heta ku bajar û herêmên ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk de rizgar bikin wê têkoşîna xwe berdewam bikin.