Komîsyon ji bo Saliha Aydenîz civiya
Komîsyona Têkel ku ji endamên Makeqanûn û Komîsyona Edaletê pêk tê, ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz îro danê sibê civiya.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Têkel ya Meclîsê, bi mebesta ji 5 fezlekeyan rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz danê sibê li hev civiyan. Serokatiya komîsyonê jî Serokê Komîsyona Makeqanûnê Yûsûf Beyazit ê AKP’î dike.
Komîsyona ku Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên Komîsyona Edaletê Mehmet Rûştû Tiryakî, Zuleyha Gulum û Abdullah Koç û parlamenter Erdal Aydemîr û Pero Dundar beşdarbûn bi îtîrazên prosedurê dest pê kir.
Rapor dê pêşkêşî Komîsyona têkel bê kirin
Fezlekeyên ku bi mebesta rakirina parêzbendiya Saliha Aydenîz, bi hinceta muxalefeta li dijî Qanûna hejmar 2911’an a Xwepêşandan û li ber rabûna polîsan hatine amadekirin. Piştî hevdîtinên di komîsyonê de dê Komîsyona Amadekariyê bê avakirin. Piştre jî dê derheqê rakirin an jî nerakirina parêzbendiya Saliha Aydenîz de rapor bê amadekirin û dê pêşkêşî Komîsyona Têkel bê kirin.