HDP: Divê tavilê dengê Birêz Ocalan bê bihîstin

Parlementerên HDP’ê yên di roja 16’emîn de çalakiya nobetê didomînin carek din bang li Wezareta Edaletê ya Tirk kirin û gotin “Divê tavilê dengê Birêz Ocalan bê bihîstin.”

Enqere – Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP’î ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin di roja 16’an de didome. Parlamenteran diyar kirin ku îktîdar hewl dide bi siyaseta tecrîdê siyasetê dîzayn bike û wiha got: “Divê dengê birêz Ocalan tavilê bê bihîstin.” 

Parlamenterên HDP’ê Kemal Pekoz, Siddik Taş, Erol Katircioglû, Remziye Tosun, Nûran Îmîr, Garo Paylan, Huseyîn Kaçmaz û Erdal Aydemîr tev li nobeta îro bûn. Nobet li Deriyê Dîkmen ê Meclisê hat girtin û parlamenteran dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” û “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê e” hilgirtin. 

‘Divê dengê Birêz Ocalan were bihîstin’

Di nobetê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun bal kişand pergala tecrîdê ya li ser Tirkiye û Kurdistanê diteyise û got, “Bi israra tecrîdê ya AKP-MHP siyasetekî qirêj tê meşandin, hewl didin bi tecrîdê siyasetê dîzayn bikin.”

Remziye Tosun got ku divê deriyên Îmraliyê werin vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê parêzer û malbat bikarin hevdîtinan pêk bînin. Divê raya giştî têkildarî rewşa tenduristî û ewlehiya birêz Ocalan were agahdarkirin. Divê dengê birêz Ocalan were bihîstin. Di navbera salên 2013 û 2015’an de dengê birêz Ocalan hate bihîstin lewma jî darbestên zarokên gelên me nedihatin. Em baş pê dizanin ku dema agahî ji birêz Ocalan hatin girtin, dê pêvajoyeke birûmet dest pê bike. Lê belê îktîdara AKP’ê vê pêvajoya aloziyê didomîne. Lewma ji 7 salî heta 70 salî hemû kes tên tecrîdkirin.” 

Bang li Wezareta Edaletê

Bi domdarî Remziye Tosun bi lêv kir ku bi çalakiyên xwe hewl didin daxwazên cemaweriyê bînin ziman û wiha bi dawî kir: “Divê Wezareta Dadê tavilê bikeve nava liv û tevgerê û rê li ber veke ku malbat û parêzer bikarin biçin Îmraliyê. Heta ku ev yek pêk tê jî dê çalakiyên me yên li her qad, kolan û meydanan bidomin. Ji ber ku êdî ev xaka ji xwînê û komkujiyan têr bû. Divê demek beriya demekî agahî ji birêz Ocalan werin girtin.”