Komeleya Jinan a Hewreman: Ne kiryar, lê jin tên cezakirin

Jinên Hewreman ji bo Şîlêr Resûlî ya li hember hewla destavêtinê ya cîranê xwe ku bi hinceta alîkariyê hatibû ber deriyê wê xwe biparêze, xwe ji balkona mala xwe avêtibû û jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek dan.

Navenda Nûçeyan -  Şîlêr Resûlî ku li hember hewla destavêtinê ya cîranê xwe Goran Qadrî ku bi hinceta alîkariyê hatibû mala wê xwe biparêze, xwe ji balkona mala xwe avêtibû, duh danê jiyana xwe ji dest da. Heta niha ne diyar e ku berpirsê destavêtinê Goran Qadrî hatiye girtin yan na. Li bajêr rêxistinên jinan, çalakvan û şêniyên bajêr tevahî roj û şev çalakî pêkanîn û daxwaza edaletê kirin.

Komeleya Jinan a Hewreman têkildarî mijarê daxuyaniyek da û dest nîşan kir ku ew ji bo Şîlêr Resûlî daxwaza edaletê dikin. Daxuyaniya ku hat bibîrxistin ku Şîlêr Resûlî dayika 2 zarokan e û ji hemû saziyên pêwendîdar hat xwestin ku kiryar bi awayekî herî giran bê darizandin. Jinên Hewremanî, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û jinan ên Îran û Kurdistanê kirin ku li hember vê bûyera hovane bertek nîşan bidin.

“Divê bi awayekî giran were cezakirin”

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin;

“Zehmet e ku bi yek daxuyaniyeke çapemeniyê tundiya li ser jinê were vegotin, lê xala ku divê bi giranî were ser sekinandin divê tundî, zordarî û tirsandinên li dijî jinan bi dawî bibe û ji bo ewlehiya civakê ewlehiya jinan were pêkanîn.

Em hemû feresatên ku bi vê tundiyê li hemberî jinê tên meşandin, şermezar dikin. Em bang li rayedaran dikin ku tedbîrên pêwîsr bigrin. Divê neyê jibîrkirin ku êrîşkariya li civakê, berhema nêzîkatiyên baviksalar û dijminahiya jinê yê Komara Îslamî ye. Polîtîkayên ku bi salane jinan ji mafên wan bêpar dike û qanûnên li dijî jinê hemû asta tundiyê anîne asta herî jor. Divê kesên li dijî jinan sûc pêktînin, bên lêpirsînkirin û bi awayekî herî giran bên cezakirin.”