Navenda Nûçeyan- Bertekên êrîşên dewleta Tirk ên li ser sîvîlên ku ji bo parastina Bendava Tişrînê berê xwe dan bendavê zêde dibin. Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî şêniyên li bendava Tişrînê daxuyanî weşand nivîskî Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewlata Tirk ya dagirker tu carî guh nedaye sûcên mirovî yên ku dike, rasterast êrişî bedena bendavê dike, ku eger zirar li bendavê bibe wê karesatek jîngehê û mirovî çêbibe. Her wiha kiryarên kuştina sivîlan dewam dike, di nav wan de jin û zarok jî hene, jinên ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe hêzeke mezin nîşan dan. "
Kombûna Jinan a Zenûbya di daxuyaniya xwe de û sersaxî ji malbatên şehîdên re xwest û wiha dewam kir: "Em ê heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina hêzên tarî, li ser şopa şahîdan bimeşin.”
Kombûna Jinan a Zenûbya têkoşîna "qehremanî ya hêzên me yên leheng di parastina xak û destkeftiyên de bi taybet Yekîneyên Parastina Jin" silav kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku li hember karesatên ku Tirkiye li herêma me pêk tîne, demildest û bi lez tevbigerin. "




