Kombûna Jinan a Zenûbya ji bo namzedên jin dest bi bernameya perwerdeyê kir

Kombûna Jinan a Zenûbya li bajarê Minbic yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hilbijartinên xwecihî ku tê plankirin di meha Tebaxê de were kirin, ji bo namzedên jin ên hatin diyarkirin bernameya perwerdeyê ya sê rojan amade dike.

SÎLVA AL-ÎBRAHÎM

Minbic- Tevî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hilbijartinên xwecihî ku tê plankirin ku di meha Tebaxê de were kirin xebat didin meşandin. Kombûna jinan a Zenûbya ji bo namzedên jin ên hevşaredariyê û endamtiya meclisê dest bi bernameya perwerdeyê ya sê rojan kir.

‘Em asta xwe ya zanînê bilind dikin’

Namzeda hevşaredariya Tal Hawzan Îttimath Al- Ta wiha got: “Em di pêvajoya propagandaya hilbijartinê de ne. Bi armanca ku em hê zêdetir nêzî gel bibin, me festîval û civîn li dar xist, me serdana komînan kir û niha jî em beşdarî bernameya perwerdeya ku Kombûna Jinan a Zenûbya amade kiriye bûn. Ji bo me behsa erk û berpirsyariya me tê kirin, li aliyê din jî em asta xwe ya zanyariyê bilind dikin. Ji ber ev serkeftin, serkeftina sîstema neteweya demokratîk ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ketiye meriyetê ye.”

‘Jin hişmendiya xwe bi pêş dixin’

Rula Ahmed Dallo ku ji endamtiya meclisa şaredariya navçeya Abu Qalqel namzed e anî ziman ku tevî polîtîkayên şerê taybet bi îradeyek bi hêz û biryardarî amadekariyên hilbijartinê dikin û der barê bernameya perwerdeyê de wiha got: “Bi perwerdeyê re hem em der barê terzê xebatên şaredariyan de dibin xwedî agahî û hem jî der barê dîrok û gelek mijarên din de dibin xwedî hişmendî. Ev perwerdeya Kombûna Jinan a Zenûbya parçeyek ji amadekariyên me yên hilbijartinê ne. Kombûna Jinan a Zenûbya sêwanek ku hemû jinan di bin banê xwe de kom bike.”

‘Me dest bi bernameyên perwerdeyê kir’

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Ruwaidal Hunaid der barê dewreya perwerdeya dane destpêkirin de ev tişt got: “Piştî ku me qonaxa yekem a beriya hilbijartinê temam kir, me ji bo nazmedên jin ên havşaredariyên bajar û bajarokan dest bi bernameya perwerdeyê kir. Kombûna Jinan a Zenûbya li gorî rêzika xwe der barê sîstema hevserokatî, îdeolojiya azadiya jin, mafê jinan de perwerde dide. Armanc pêşxistina kesayeta jinan e. Ji bo şaredariyan bi rê ve bibin û bibin xwedî mafên jinan ev perwerde girîng in. Ev îrade û cesareta ku namzedên jin nîşan dane çavkaniya xwe ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan digre. Jin bawer in ku wê vê gava dîrokî bi ser bixin.”