‘Kombûna hemû pêkhateyan destkeftiyek mezin a şoreşa jinê ye’

Endama Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo ya beşdarî komxebata Eşîr û Pêkhateyên Sûriye bûbû anî ziman ku kombûna hemû pêkhateyan destkeftiyek mezin a şoreşa jinê ye û got: “Gelê herêmê dizane ku bê azadî, demokrasî û hevgirtinê jiyan nabe.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Bi armanca xurtkirina hevgirtina gelan, bi dawî kirina dagirkeriyê û pêkanîna  yekîtiya netewî komxebata duyemîn a Eşîr û Pêkhateyên Sûriye bi dirûşmeya “Ji bo Sûriyeyek yekgirtî û nenavendî, diyalog, ewlekarî, avakirin” li Stadyuma Werzîşê ya Hesekê hat lidar xistin.

Civîn ji aliyê Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ve hate organîzekirin. Di komxebatê de Kurd, Ereb û Suryanan, rayedarên Rêveberiya Xweser, MSD û fermandarên QSD’ê, oldarên Misilman, Mesîhî, Êzidî, Kesayetên Ermen, Asûr, Çerkes, Tirkmen, akademîsyen, rewşenbîr, nûnerên saziyên jinan û Kongra Star beşdarî komxebatê bûn.

‘Kombûna hemû pêkhateyan destkeftiyek mezin a şoreşa jinê ye’

Endama Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo ya beşdarî komxebatê bûbû da zanîn ku jin di pêşxistina xebatê hevgirtina gelan û yekîtiya netewî de rolek girîng dilîze û wiha got: “Jin di Şoreşa Rojava de pêşengtî kir da ku jiyanek nû biafirîne, jiyanek li ser bingeha wekhevî, edalet û yekîtiyê be. Îro hebûna nûnerê her pêkhateyek divê komxebatê de yek ji deskeftiyên herî girîng yê şoreşa jinê ye. Armanca sereke avakirina Sûriyeyek pir rengî ne navendî ye. Sûriyeke bi mozaîk û çanda gelan were avakirin.”

‘Xurtkirina hevgirtina gelan bersiva dagirkeran e’

 Şîraz Hemo di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê rastî êriş û gefan tê, hevgirtina gelan û yekîtiya netewî dê herêmê ji dagirkeriyê biparêze û ev tişt got: “Ev komxebat em dikarin bêjin ku encamê ked û berxwedaniya şehîdan e, gelên herêmê projeya Netewa Demokratîk hilbijartine û ji bo xwe xilasiya ji desthilatdarî, dagirkerî û koletiyê dibînin. Lewma em dibînin komxebat bersîvek ji bo hêzên desthilatdar e. Gelê herêmê projeya Netewa Demokratîk esas digrin, li ser rehendên wê xwe birêxistin dikin û ji bo parastina vê projeyê hevgirtina xwe xurt dikin.” Şîraz Hemo bang li her jinan kir ku ji bo pêkanîna yekîtiya netewî asta tekoşîn û berxwedanê bilind bikin.

‘Bi zanist û pêşengtiya jin wê malbatek demokratîk were avakirin’

Berdevka Kongra Star a kantona Qamişlo Ibtsam Hisên bal kişand ser rola jin di avakirina civakek demokratîk de û wiha got: “Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di rewşek pir hesas re derbas dibe hem êriş û hem jî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me berdewam e. Êriş li ser tevahî gelên ku li ser vê xakê jiyan dike Kurd, Ereb, Suryan, Êzîdî, Ermen, hemû ol û baweriyan e. Li darxistina komxebatek bi vî awayî gavek dîrokî ye, ku yekîtiyek di nava gel, ol, baweriyan, çand û ziman de were avakirin. Em dikarin bêjin ev komxebat wekî yek helwestiya li dijî êriş û dagirkeriyê ye, ev gel yeke û bi yekîtiya xwe dê herêma xwe biparêze. Peyama me ji bo hemû jinan ewe di nava eşîran, ol, bawerî û netewan de zihniyeta avakirina malbatek demokratîk bidin avakirin û pêşxistin.”