Koçberên ji Serêkaniyê: Ax ya me ye, ked ya me ye; tu mafê dewleta tirk nîne!
Bi hezaran koçberên kampa Serêkaniyê li hemberî projeya dewleta tirk a avakirina avahiyên mêtîngeriyê meşek li dar xistin. Dayîkên ku beşdarî meşê bûn wiha gotin: “Bila birînên destê me behsa êş û keda me ya li Serêkaniyê bike."

Hesekê - Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan di 4`yê Gulanê de projeya avakirina avahiyên mêtîngeriyê ya li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê) û li van avahiyan de bicihkirina milyonek penaberên ji Sûrî ragihand. Koçberên Kampa Serêkaniyê li djî vê pirojeyê bi meşekê girseyî nerazîbûna xwe nîşan dan û li hemberî vê projeya ku bi armanca guhartina demografya heremê hatiye plankirin, bê dengiya rêxistinên mirovî şermezar kirin.
Meş li ber Meclîsa Kampa Serêkaniyê destpê kir û li dawiya Kampa Serêkaniyê veguherî mitîngê. Meşvan alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Na ji guhertina demografya re”, “Li hemberî kuştin û koçberiyê emê bi hemû pêkhateyên xwe li ber xwe bidin” hilgirtin.
“Siyaseta dewleta tirk li dijî hevgirtina gelan e”
Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanî ji aliyê Rêvberiya Kampa Serêkaniyê Ezîza Xenafir ve hat xwendin
Ezîza Xenafir bal kişand li ser binpêkirin mafê mirovan û got: “Siyaseta guhertinên demografya ya li herêmên me dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker di herêmên dagirkirî de zimanê Tirkî ferz kiriye. Koçber ji herêmên Sûriyê tîne û li herêmên dagirkirî bi cih kiriye. Ev nîşan dide ku siyaste dewleta tirk dixwaze şerekî navxweyî li Sûriyê pêk bîne û hevgirtina gelan têk bibe. Em wekî koçberên kampa Serêkaniyê daxwaza xaka xwe dikin. Bang li rêxistinên mirovî dikin ku dagirkeriya tirk ji xaka me derxîne, ji ber ku em xwediyê kedê û vê axê ne.”
“Li dijî keda bi hezaran salan sûc e”
Emîna Hesen a yek ji koçberên Kampa Serêkaniyê ye da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze warê bav û kalan talan û wêran bike û wiha got: “Dewleta Tirk siyaseta qirkirinê li dijî gelan pêk tîne, ew zarokan qetil dike. Em qebûl nakin koçberên ku wan xwedî kirye bîne li ser xaka me, keda me bide rûniştin. Ev sûceke li dijî keda bi hezaran salan e.”
“Bila birînên destê min behsa êş û keda me ya li Serêkaniyê bike”
Edila Mihmed a 88 salî ku dayikek ji koçberên Serêakniyê ye, keda ku ew li ser warên xwe dane vegot û wiha domand: “Em mal û bajarê xwe dixwazin. Dewleta Tirk me talan kir, koçber kir. Zor û zehmetiyê ku niha em di hundirê kampê dikşnîn sûcê dewleta Tirk e. Îro bi çi mafê xelkên din tîne bajarê me. Bila birînên destê min behsa êş û keda me ya li Serêkaniyê bike. Em bang li xêrxwazan dikin ku destê xwe dêynîn ser wicdanê xwe.”
Meş bi dirûşmeya “Bijî berxwedan” bi dawî bû.