KJK: Jin û gelê me yê berxwedêr û têkoşer bi ser ketin

Koordînasyona KJK'ê, diyar kir ku sekn û îradeya li Wanê û Kurdistanê hat nîşandan hêviyê mezin kiriye, biryardariya têkoşînê zêde kiriye û wiha hat gotin: "Jin û gelê me yê berxwedêr bi ser ketin."

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona KJK'ê, der barê têkoşîna du rojan a gelê Wanê ya li dijî hewldana xesbkirina îradeya gel de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de wiha hat gotin:

"Em serkeftina dîrokî ya gelê me, jinan û hêzên demokrasiyê ya di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi îradeya xwe ya berxwedêr bi dest xistin, careke din pîroz dikin. Li gelek bajarên Kurdistanê bi dengekî di asta rekorê de şaredarî hatin bidestxistin. Hewldana ji bo tayînkirina qeyûman li ser van şaredariyan, li Wanê li hemberî têkoşîn û berxwedana dîrokî ya gelê me têk çû. Xelkê me yê Wanê du roj û du şev kolanên Wanê xwe kir çepera têkoşîn û berxwedanê, xwedî li îradeya xwe derket, şaredariya ku bi hilbijartinê qezenc kir careke din bi berxwedanê qezenc kir. Bi pêşengiya jin û ciwanan berxwedaneke dîrokî nîşan da. Di serî de hêzên demokrasiyê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, medyaya muxalif û azadîparêz, gelek derdoran helwesteke hevpar nîşan dan ku tevkarî li vê serkeftinê kirin. Xwedîderketina ku li Tirkiyeyê jî hat nîşandan bi navê azadî û demokrasiyê hêviyê afirand. Em hemû kesên ku di vê yekê de ked û hewldana wan heye, hemû kesên ku li ber xwe dan û piştgirî dane pîroz dikin.

‘Gelê me yê Wanê xwedî li îradeya xwe derket’

Gotina Bertold Brecht a ku li hemberî faşîzma Hîtler got: 'Li cihê ku neheqî lê asayî bûye, berxwedan vediguhere wezîfeyekê' dîktatoriya ku li Tirkiyeyê bi cih dibe vedibêje. Xelkê me yê Wanê xwedî li îradeya xwe derket, bi helwesta xwe ya berxwedanê derbeke dîrokî li faşîzmê xist ku hewl dide li Tirkiye û Kurdistanê mayinde bibe. Bi vî rengî pêşî lê girt. Di heman demê de pîvana xeta berxwedanê ya dema nû jî diyar kir. Êdî wê pêvajoyeke welê hebe ku weke berî û piştî berxwedana Wanê bê pênasekirin. Pîvana têkoşîn û berxwedanê wê ji niha û pê ve li gorî vê xetê be. Tevî gelê me yê Wanê, di serî de Şirnex, Bedlîs, Qers û Riha gelê me xwedî li îradeya xwe derket, di vê oxirê de li kolanan têkoşiya û ji ber vê helwest û seknê em gelê xwe hemû pîroz dikin. Îradeya ku ciwanan nîşan dan ji bo doz û têkoşîna azadiyê ya gelê me girîng e.

‘Sekn û helwesta jinên azad û birêxistinbûyî bi ser ket’

Em helwesta berxwedanê ya jinan bi taybetî silav dikin ku di vê pêvajoyê de ji bo xwedîderketina li îradeya gelê me nîşan dan. Bi taybetî li hemberî her cure êrîşên dijber ên li ser hevserokatî û hevnûnertiyê hatin kirin, gelê me xwedî li îradeya jinan derket ku ev yek di asta dîrokî de hêja ye. Sekn û îradeya li Wanê û tevahiya Kurdistanê hat nîşandan, li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat serê gelê me bilind kir, hêviyê mezin kir û biryardariya têkoşînê zêde kir. Her wiha xwedîderketina di asta navneteweyî de hat raberkirin bi navê gelên bindest, hêzên demokrasiyê û jinan bû cihê hêz û tevkariyê. Faşîzmê winda kir. Sekn û helwesta jinan a azad û rêxistinbûyî bi ser ket. Em dizanin ku wê bandoreke mezin li salên li pêş bike.

Banga mezinkirina berxwedanê

Me careke din bi şênberî dît ku her astengî bi berxwedan û têkoşîna kolektîf û rêxistinî ji holê radibe. Her wiha îrade û têkoşîna rêxistinbûyî yekane riya serkeftinê ye ku her cure êrîşan têk dibe. Ev pêvajo berdewam dike. Faşîzmê derbeke mezin xwar û serberjêr bû. Ji bo faşîzm bi temamî bê têkbirin, pêvajoyeke hîn xurt û yekbûyî ya têkoşînê li benda me ye û divê em bi vê têgihîştinê têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Ji bo herêmên desteserkirî ji nû ve bên bidestxistin em ê têkoşîna xwe bênavber berdewam bikin. Di heman demê de li hemberî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên nû ku faşîzm plan dike, pêvajoya berxwedanê û têkoşîna rêxistinbûyî ya bi rêbaza serhildanê li benda me ye. Em bang li jin û ciwanan dikin ku li hemberî van êrîşan berxwedanê mezin bikin, bi sekn û helwesta rêxistinbûyî bersivê bidin.

‘Azadiya jinan bi têkoşîn sekn û berxwedanê mezin dibe’

Em bang li jinên Tirkiyeyî hemûyan dikin ku li hemberî êrîş û kiryarên mejiyê serwer ê mêr, faşîzmê, ji bo temsîliyeta wekhev û azad, têkoşîn û berxwedanê hevpar bikin. Azadî û demokrasî di berpirsyariya hevpar a me hemûyan de ye û bi têkoşînê pêk tê. Azadiya jinan bi têkoşîn, sekn û berxwedana jinan a hevpar a di asta herêmî û navneteweyî de dibe. Wezîfeya me hemûyan ew e ku destkeftiyên polîtîk ên di pêvajoya hilbijartinê de jinan afirandin li ser bingeha vê perspektîfê weke destketiyek bên dîtin û parastin.

Jin û gelên me yên berxwedêr û têkoşer bi ser ketin. Em pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe wesîle ji serkeftinên nû re."