Serdana gora Jîna Emînî kirin

Kesûkarên kesên di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin qetilkirin, çûn serdana gora Jîna Emînî.

Navenda Nûçeyan- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî destpêkirî li beramberî hemû zext û êrîşan berdewam dike. Li gelek bajaran Mamosta û xwendekaran ji bo mafê xwe çalaki li darxistin.

Kesûkarên kesên di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatîn qetikirin û kesên azadîxwaz, çûn serdana gora jina Kurd Jîna Emînî ya li Goristana Ayçî ya li bajarê Seqizê. Malbata Simko Mewlûdî ku di çalakiyên Mahabadê de hatibû qetikirin, çû serdana gora Jîna Emînî û kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

Li kêleka wê tevî ku li dijî hicaba bi zorê ya rejîma Îranê hêjmara jinên li cihên giştî bê hîcab digerin zêde dibe. Gelek jinên ku li dijî biryara ferzkirina hîcabê derketin, di pîrozbahiyên Newrozê de wêneyên xwe yên bê hîcab kişandin û li ser hesabên xwe parve kirin.

Hinek partiyên di parlamentoya Îranê de ji bo çarçoveya hicaba bi zorê de were berfirehkirin pêşniyarqanûn pêşkeş kiribûn û ev qanûn jî hate protestokirin. Li gorî pêşniyarqanûnê, dê li kesên qanûn binpê kirin di navbera 500 hezar û 3 milyar tumenan de ceza were birîn. 

Rojnamegerê Îranî Muhammed Aqazade der barê vê mijarê de bertek nîşan da û li ser hesaba xwe ya medyaya dijital de ev peyam parve kir: “Gelo hûn di nava hikûmeta xwe de tabloyek çawa nîşan didin? Bedela kuştina mirovekî li gel we 900 milyon tumene lê bedela xuyakirina dû sê mûyên pora jinekê 3 milyar tumen e?”