Keştiyek ya koçberan ku 80 kes tê de bûn bin av bû
Keştiyek ya koçebran ku 80 kes rakiribû li deryaya Egeyê bin av bû, ji wan 29 koçber hatin rizgarkirin û 51 kes jî winda ne ku hinek ji wan Kurd in.

Naveda Nûçeyan- Dezgeha Bilind a Karûbarên Penaberan ragihand ku keştiya ku 80 koçber tê de bûn, li deryaya Egeyê bin av bû. Ji wana 29 koçber hatin rizgarkirin, û 51 kes jî windane ku hinek ji wan Kurdin û heta niha cenazeyê tû koçbera jî nehatiye dîtin.
Li gor daxuyaniya Nunerê Dezgeha Bilind a Karûbarên Penabera li Yewnanistanê Di nava kesên hatin rizgarkirin de Îraqî, Afganî û Îranî ji hene, li gora zanyariyan hêkmarek Kurd jî di nav de hene. Li gorî agahiyên hatî girtin ji beriya du rojan keştî bi 80 koçberan ji bajarê Tirkiyê Antalyayê ber bi welatê Îtalyayê ve rê ketibû û her wiha li ser buyerê Balyozxaneya Iraqê ya li Yewnanistanê hatiye agahdarkirin û hîna jî lêkolîn di derbarê vê yekê de dom dike.