“Kesên ku vê tarîtiyê bi Gulistanê dan jiyîn dê li pêşberî edaletê hesab bidin”

Aygul Doku bertek nîşanî piştî binçavkirinê berdana Zaînal Abarakov ê ku gumanbarê sereke yê windakirina Gulistan Doku bû da û wiha got: “Heta kesên ku vê tarîtiyê bi keça me dan jiyîn, derbikevin pêşberî dadgehê em ê bêbêdeng nemînin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Navenda Nûçeyan- Zaînal Abarakov ku wek gumanbarê serekê yê windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dersimê hat windakirin û ji vê dîrokê ve agahî jê nayê girtin, di çarçoveya der barê lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve hatibû destpêkirin de duh hat binçavkirin. Zainal Abarakov ku îfadeya wî ji aliyê dozgeriyê li edliyeya hatibû sewqkirin hat girtin, di heman rojê de hat berdan. Xwişka Gulistan Doku Aygul Doku bertek nîşanî binçavkirin û serbestberdana gumanbarê sereke da.

"Ew ê li pêşberî edaletê hesab bide”

Aygul Doku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku hêviya wan heye pevajo bi binçavkirin û berdanê bi sînor nemîne û berdewam bike. Aygul Doku bi gotina “Edalet kor e, kulek e lê baş dizane dê bi ku ve biçe” rewşa tê jiyîn anî ziman û wiha got: “Bila Zaînal bizane ku dê li pêşberî edaletê hesab bide. Wek malbat daxwaza me ew bû ku ew kes bê girtin. Jixwe me hevdîtin kir û bi saetan daxwazên xwe rave kir. Me nexwest ew bê berdan lê hat berdan. Weke ku min got, ger niha binçavkirinek çêbûbe, sebra me di vê xalê de hêj zêdetir bû. Heta ku ew bê girtin û keça me bê dîtin em ê dev jê bernedin. Heta kesên ku vê tarîtiya bi keça me dan jiyîn, dernekevin pêşberî edaletê em ê dest ji vê dozê bernedin.”

“Heta Gulistan neyê dîtin em ê bêdeng nemînin"

Aygul Doku diyar kir ku piştî agahiya binçavkirinê bêhejmar telefon û peyam girtiye û got ku ev rewş ji bo wan hêviyek û kêfxweşiyek mezin çêkiriye. Aygul Doku anî ziman ku hemû kesên xwedî wijdan Gulistanê hembêz dikin û wê weke keça xwe dibînin û wiha got: “Piştî nûçeyên binçavkirinê gelek telefon û peyam hatin. Her kes bi kêfeke mezin bi min re dipeyive. Yanî ev 2 sal in Gulistan tune ye û dema ku gumanbar tê binçavkirin hebûna ewqas hêvîbûn û kêfxweşbûna mirovan hestek pir xweş e. Ji me re hesta ku ger Gulistan sax û silamet bihata dîtin em ê çiqas kêfxweş bibûna hat. Ez jî dizanim ku gel Gulistanê wek zaroka xwe hembêz dike, heta Gulistan neyê dîtin û yên ku bi Gulistanê vê tarîtiyê didin jiyîn neyên darizandin, bêdeng nebin. Em ê jî bêdeng nemînin.”

"Em hê jî hêviyên xwe diparêzin"

Aygul Doku anî ziman ku hê jî hêviya xwe bi girtina gumanbaran didomînin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ne tenê du sal, deh sal derbas bibe jî heta ev malbat keça xwe bibîne bêdeng nebe û dev jê bernade."