RONÎDA HACÎ
Hesekê – Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin amadekariyên cur be cur dikin . Jinên bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê dest bi kirîna paçan û çêkirina cil û bergên gelêrî dikin. Jinan bi riya ajansa me tekez kirin ku cil û bergên gelêrî bersiva ji hemû siyaset û hişmendiyên desthilatdar re ye ku jin bi dîrok û çanda xwe ya kevnar girêdayî wê ye .
‘Her jinek bi cil û bergên xwe yên gelêrî dibe bersiv’
Dayîka bi nave Ezîza Abdulah 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Ev roj bi wate û pîroz e. Her sal em amadekariyên xwe ji bo 8’ê Adarê dikin. Em cil û bergên xwe yên gelêrî amade dikin ji bo pîrozbahiya xwe bikin. Xweşiya vê cejnê ku jin bi reng û kevneşopiyên xwe yên resen hemû tên gel hev û şahiya xwe li dar dixin, peyamek ji hemû hişmendiyên desthiltdar re ye ku jin dîroka xwe nas dike, xwedî li kevneşopiya xwe derdikeve û dibêje ez jin im û ezê cejna xwe bi azadî pîroz bikim. Em dibînin çawa ku ev roj jinên Suryan, Aşûr, Ermen, Kurd û Ereb aniye gel hev û bi destê hev digirin û dîlana azadiyê digerînin.”
‘Felsefeya Rêber Apo çirûska 8’ê Adarê kir ronahî’
Ezîza Abdulah balkişand ser banga rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku rengekî xweştir da pîrozbahiya 8’ê Adarê û ev tişt anîn ziman: “Şoreşa jinê, berdewama têkoşîna jinan a li hemberî zilm û zordariyê ye. Jinan di Şoreşa Rojava de rolek sereke di rêvebirina vê şoreşê de girt. Ew jî bi saya fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Îro felsefeya Rêbertî ji çirûska 8’ê Adarê ronahiyek da rêya me. Em vê roja pîroz li rêberê xwe pîroz dikin û ev sal cejna me bi banga Rêbertî cudatir û xweştir e. Ez her sal ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê perçe dikirim û dibim gel dirûnxaneyê, ji bo cil û bergên Kurdî çêkim. Li gel min jî Şohî heye li ser destê xwe bi ala Kesk, Sor û Zer çêkiriye, temenê wê 20 salî ye, çi cil çêdikim bi wê ala pîroz didim xemlandin. Ez dixwazim ji her jinek re bêjim 8’ê Adarê nas bike û li hemberî zilm û bêmafiyê serî hilde.”
‘Ez hezdikim her jinek pîrozbahiya 8’ê Adarê bi dilê xwe bike’
Terziya bi navê Ezîza Omer 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku ji bo jin bi dilê xwe bikaribin cejna xwe bi cil û bergên xwe yên gelêrî pîroz bikin, heya dawî dibe alîkar. Ezîza axaftina xwe wiha domand: “8’ê Adarê rojek hêja ye, ya girîng ji bo min, her jinek bikaribe pîrozbahiya xwe bi dilê xwe bike û cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe bike. Rastî ev mehek e jin ji bo vê pîrozbahiyê paçên xwe tînin gel min û ez ji bo wan didrûm. Jinên ku derfetên wan tune ye jî ez hewl didim paçên baş û erzan ji bo wan peyda bikim û di heqdesteê xwe de heya dawî dibim alîkar. Ez hezdikim ev roj her jinek pîrozbahiya xwe bi dilê xwe bike. Ez jî niha ji bo keçên xwe cil û bergên gelêrî didrûm û emê bi hev re biçin şahiya xwe bikin.”
‘Her kes li benda pîrozbahiya 8’ê Adarê ye’
Li aliyê din kargeha Lavîn a girêdayî komîteya Aborî ya Kongra Star, nêzî mehek e dest bi çêkirina cil û bergên gelêrî ya ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê kiriye. Sazî van cil û bergên gelêrî li firoşgeha Lavîn a taxa Miftî ya bajarê Hesekê difroşe. Têkildarî vê mijarê Endama kargeha Lavîn Lînda Hesen wiha got: “Her kes li benda vê rojê ye da ku em pîroz bikin. Em jî wekî kargeha Lavîn amadekariyên vê rojê dikin û cil û bergên gelêrî didin çêkirin û li firoşgeha Lavîn difroşin.”












