Du çalakvanên Kurd ên 8’ê Adarê pîroz kirin hatin binçavkirin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand du jinên Kurd ên çalakvan bi hinceta ku tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûne, ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku du jinên Kurd ên çalakvan ên bi navên Leyla Paşayî li Seqizê û Suheyla Metaî li Dêwlan bi hinceta ku tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bûne, ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hatine binçavkirin.
Hat gotin ku her du çalakvan bêy fermana dadwer hatine binçavkirin û birine cihek nediyar.
Li aliyê din roja 10’ê Adarê jî li bajarê Sine du jinên çalakvan ên bi navên Soma Mihemed Rezayî û Baran Saedî bi hinceta tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûne, ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hatibûn binçavkirin.