KCDP: Di meha Tebaxê de 33 jin hatin qetilkirin
KCDP'ê a diyar kir ku di meha Tebaxê de 33 jin hatin qetilkirin, ragihand ku 15 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. KCDP'ê ya ji bo rawestandina qetlîamên jinan bang li rayedarên dewletê kir, xwest gavên berbiçav bên avêtin.

Navenda Nûçeyan – Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP, rapora xwe ya Tebaxa 2022’an aşkera kir. Li gorî raporê di meha Tebaxê de 33 jin hatine qetilkirin, 15 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Di rapora ku hat gotin li Tirkiyeyê têkoşîna rawestandina cînayetên jinan 12 sal in didome, wiha hat gotin: “Em wek platform, ji sala 2010’an û vir ve ku me pêwîstî tespît kir, daneyên cînayetên jinan ji raya giştî re radigihînin. Wezareta Karên Hundir jî li şûna ku diyar bike ka çend jin, çima, çawa û ji aliyê kê ve hatine kuştin, rastiyan berovajî dike û dibêje ku daneyên kuştina jinan şaş tên amedekirin. Bi eşkere kirina rastiya cînayetên jinan û mirinên bi guman a jinan re, erka dewletê ye ku ji bo rawestandina cînayetên jinan çareseriyên berbiçav derbase jiyanê bike. Em ê ji bo pêkanîna vê erkê jî, ji bo hemû wezaret û mekanîzmayên pêwendîdar bikevin nava tevgerê, têkoşîna xwe bidomînin.”
Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin:
“Vê mehê 33 cînayetên jinan pêk hatin û 15 jin jî bi awayekî guman mirî hatine dîtin. Ji 33 jinên hatine qetilkirin 17 jê sedema qetilkirina wan nehat tespît kirin, 14 jê bi hinceta red kirina hevberdane, redkirina lihevnekirin, redkirina zewacê, redkirina têkilî yên dixwaze li ser jiyana xwe biryaran dayîne û 2 jin jî bi hinceta aborî hatin qetilkirin. Ne tesbîtkirina 17 jin bi kijan hincetê hatine qetilkirin, encama ji nedîtî hatina tundiya li ser jinan û cînayetên jinan e. Heta ku neyê diyarkirin jin ji aliyê kê ve û çima hatine kuştin; heta ku darizandinek adilane neyê kirin, gumanbar, bersûc, kujer neyên cezakirin û tedbîrên pêşîgirtinê neyên sepandin, tundî bi guhertina rehend her ku diçe didome.
Jin ji aliyê kê ve hatin qetilkirin?
Di meha Tebaxê de ji 33 jinên hatin qetilkirin 15 jê ji aliyê mêrên bi pê re zewicandiye, 1 mêrê berê pê zewicandi bû, 5 mêrên ku bi wan re bûn, 3 xizm , 4 bavê wê , 1 kurê wê, 1 kesê bi înternetê nas kir û 3 jin jî ji aliyê kesên ku nas nedikir ve hat kuştin. Vê mehê ji sedî 45’ ê jinan ji aliyê mêrê ku pê re zewicandibû re hatin qetilkirin.
Jin herî zêde li malên xwe hatin qetilkirin
Ji van 20 jin li malê, 4 li cihê kar, 1 di seyarê de, 2 li zeviyê, 2 li bêdeng, 1 li kolanê, 1 li kêleka avê û 1 jî li termînala otobusan hat qetilkirin. Nehat zanîn ku jinek li kuderê hatiye kuştin. Vê mehê ji sedî 61’ê jinên hatin qetilkirin, li malên xwe hatin qetilkirin.
Jin herî zêde bi çek hatin qetilkirin
Di vê mehê de ji jinên hatine qetilkirin 21 ji bi çekan, 8 bi amûrên birîn, 1 bi lêdanê, 1 bi fetisandinê û 1 jî bi dehfdana ji bilindahiyê hat qetilkirin. Nehat zanîn jinek çawa hat qetilkirin. Vê mehê ji sedî 64’ê jinên ku hatine qetilkirin bi çekan hatin qetilkirin.
“Em ê li pey her mirina bi guman bin”
KCDP'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çawa jinan ya xebatê hêj nayê tesbît kirin, giliyên jinan nayên berçav girtin, dewlet jinan naparêze û da zanîn ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê tundî zêde kir. KCDP’ê di daxuyaniya daxuyaniya de bang ji wezaretê kir ku bila daneyan manîpule neke, daneyên rast û pêbawer biweşîne û pênaseya cîneyeya jinan rast bike û dest nîşan kir ku ew ê li pey her cîneyata jinekê û her mirina bi guman bibin.