Karûbarên îfade wergirtina rojnamevanan dest pê kir
Karûbarên Îfade wergirtina nûçegihanên MA û JINNEWS’ê yên anîn Edliyeya Enqereyê ji aliyê 9 dozgeran ve bi awayekî hemwext tê wergirtin. Pêyamên piştgiriyê ya ji bo rojnamegeran didome.

Navenda Nûçeyan – Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah acar, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhanê ku demekê li MA'yê stajerî kiribû û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku di çarçoveya lêpirsîneke ku navenda wê Enqere bû bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, piştî 4 rojan anîn Edliyeya Enqereyê.
Rojnamegerên bi kelepçe anîn edliyeyê bi awayekî yek rêzê de hatin rêzkirin, dîsa dîmenên wan ji aliyê polîsan ve hat qeydkirin. Karûbarên îfadeya rojnamegeran dest pê kir. Hat diyarkirin ku îfadeyên ji aliyê 9 dozgeran ve bi awayekî hemwext tê wergirtin. Îfadeya dozgeriyê ya rojnameger Denîz Nazlîm, Emrullah Acar, Dîren Yurtsever, Ceylan Şahînli û Mehmet Gunhan bi dawî bû.
Daxuyaniya PEN’ê
Koordînatora Bernameya Ewropa ya International a PEN’ê Aurelia Dondo, diyar kir ku ji ber zextên li dijî kedkarên çapemeniya azad bi fikar in û wiha got: “Li Tirkiyeyê desthilat hewl dide dengên serbixwe û rexneyî bêdeng bike. Binçavkirina 11 rojnamevanan piştî van zextan pêk hat. Em bang dikin ku demildest bên berdan.” :
‘Li rojnamevanên jin zilm tê kirin’
Dîrektora Damezrîner a Women in Journalism (CFWIJ) û pispora Rojhilata Navîn û Asyayê rojnamevan Kiran Nazish jî da zanîn ku zextên li dijî rojnamevanên jin ên kurd demekî dirêje didome û wiha got: “Em gelekî bi fikar in ku bi taybetî li hemberî rojnamevanên jin, Tirkiye bûye yek ji welatên herî zêde azadiya çapemeniyê binpê dike. Bi kevneşopiyên li Tirkiyeyê re, em li bendê ne ku rayedarên welêt hîn bêhtir hurmetê nîşanî rojnamevanên jin bidin. Lê şûna vê bikin bi ser malan de digirin, wan bela sebep û neheq digirin. Li rojnamevanên jin bi salan e neheqî zilm tê kirin.”
Ji rojnamevanên girtî peyam
Li aliyê din 16 rojnamevanên Kurd ên girtî ne jî bo piştevaniya hempîşeyên xwe peyama piştevaniyê şandin. Rojnamevanên girtî di nanemeya xwe de wiha gotin: “Hevalên me ji bo geşedanên di rojevê de bên piştguhkirin hatin binçavkirin. Em ê serê xwe netewînin.”
Di peyamê de wiha hat gotin:
“Her ku desthilata AKP-MHP'ê polîtîkayên şer kûr dike, êrişên li dijî xebatkarên çapemeniya azad jî zêde dikin. Em baş pê dizanin ku derdê desthilatê rastiyan berovajî kirin û astengkirina ragihandina gel e. Desthilat di vê pêvajoya bikaranîna çekên kîmyewî ku ketiye rojevê de, 11 hevalên me binçav kirin. Hê jî 10 hevalên me di binçavan de ne. Em baş pê dizanin ku ji bo geşedanên di rojevê de ne bên piştgûhkirin hevalên me hatine girtin. Em diyar dikin ku em ê li cem hevalên xwe yên di heqîqetê de israr dikin û careke din bi bîr dixin ku tevî hemû êriş û zextên desthilatê jî xebatkarên çapemeniya azad wê serî netewînin.”