Karmendên herêma Firatê sînevizyona bi mijara jineolojiyê temaşe kirin

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê li ser danasîna jinelojî sînevizyon nîşanî karmendên Rêveberiya Xweser da.

 
Kobanê- Jineolojî ango zanista jin weke têgîn cara yekemîn ji aliyê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka Sosolojiya Azadiyê de di 2008`an de derket holê. Jineolojî xwe dispêre paradîgmaya azadiya demokratîk, ekolojî û azadiya jin. Hêjayî gotinê ku Navendên Lêkolînên Jineolojiyê li ser asta Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê hene. Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê sînevizyoneke ji 5 beşan li ser danasîna zanista jin jinelojî ji bo karmendên jin ên Rêveberiya Xweser ên herêma Firatê li hola Encûmena Cîbicîkar nîşan dan. 
"Em li gor pêdiviyên civakê lêkolînan dikin"
Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê Sedîqa Xilo behsa armanca xebatên jineolojiyê kir û got: "Em li gor pêdiviyên civakê lêkolînan dikin û bi riya civîn, perwerde û sînevizyonan berhemên xwe pêşkêş dikin. Me ji Cotmeha 2021`an ve dest bi rêze nîşandana sînevizonên ji 5 beşan pêk tê ku bingehê Jineolojî, çima Jineolojî, Jin çiye, zilam çiye û herî dawî hevjiyana azad e, kir. Em di van lêkolînan de bi rengekî berfereh li ser pirsgirêkên civakê radiwestin, li aliyekî din em çareserî û altirnatîfan jî pêşkêş dikin. Di vê çarçoveyê de me îro lêkolînên xwe ji bo tevahî xebatkar û karmendên jin yên ku di deste û dezgehên Rêveberiya Xweser de kar dikin, pêşkêş kir." 
"Emê xebatên jineolojiyê bi yên 8’ê Adarê re yek bikin"
Seroka Desteya Jin a herêma Firatê Cîhan Derwîş jî bal kişand ser girîngiya xebatên jineolojiyê û got: "Weke jinên ku di nava Rêveberiya Xweser de kar dikin, bi nêzikbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî re me pêwîstî pê dît ku em li ser lêkolîn û berhemên Navenda Lêkolînên Jineolojî rawestin. Me sîneviyzon tamaşe kir, gelek girîng û bi wate bûn, ji ber vê em di wê baweriyê de ne ku wê her jinek li ser mijarên ku hatin pêkêş kirin lêhûrbûn bike û piratîka wê pêk bîne. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê têkoşînê de ku rastiya civak û jin ya hatiye berovajî kirin sererast bikin. Ji lewra emê zanista jin bingeh bigirin û têkoşînê wiha dewam bikin."