Kampanya li dijî tacîza li cihên kar destpê kir
Li Lubnanê bi sernavê #القانون_حدِّك ji bo pêşîgirtina li tacîza zayendî ya li cihê kar û cezakirina sûcdaran kampanyayek hay jê hebûne hat destpêkirin.

Beyrût - Komîsyona Neteweyî ya Jinên Lubnanê di mijara polîtîkaya pêşîgirtin, mudaxale kirin û cezakirina tacîza zayendî ya li saziyên kamûyê û taybet de kampanyayek hay jê hebûne da destpêkirin.
Li welat qanûnek ku tacîza zayendî sûc dihesibîne û armanc dike mexdûrên wê rehabîlîte bike hat qebûl kirin. Piştî qebûlkirina qanûnê, Komîsyona Neteweyî ya Jinên Lubnanê bi hevkariya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), Komîsyona Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ya Rojavayê Asyayê (ESCWA) kampanyayek hay jê hebûne ya bi navê #القانون_حدِّك da destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de hewl tê dayîn ku ji bo sektora kamû û taybet li dijî pêşî girtina tacîza zayendî ya li cihê kar û sûcdarên wê bên cezakirin mekanîzmayek tê avakirin. Ji karderên saziyên giştî û yên taybet tê xwestin li gor zagona ku tacîza zayendî sûcdar dike tevbigerin.