Jiyan Hisên: Wekhevî û hevgirtina jin û gelan bingeha Sûriyeya demokratîk e

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên, li ser girîngiya hevbendiya jin û gelan a di avakirina civakeke demokratîk de axivî û tekez kir ku avakirina Sûriyeya demokratîk tenê bi hevkariya jin û gelan pêkan e.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di riya avakirina civakek demokratîk de, deng û hêza gelan bi beşdarbûna jinan bi hêztir dibe. Hevrêziya jin û gelan ne tenê bingeha beşdarbûna civakî û siyasî ye, riyek e ku jin di cihê biryargirtinê de xwe xurt bikin û dengê gelan di avakirina pêşerojê de bi vînek mezin berbelav bikin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên, der barê hevbendiya jin û gelan a ji bo avakirina civakek demokratîk de pirsên nûçegihana ajansa me bersivand.

Hevbendiya jin û gelan çima di avakirina civakek demokratîk de girîng e?

Gerdûn li ser du aliyan hatiye avakirin her wiha civak jî li ser bingeha jin û mêr hatiye avakirin. Lê ji ber ku civak ji xwezaya xwe dûr ket, pergala desthilatdar di navbera jin û mêr de ferq û cudahî ava kir. Li gorî vê pergalê jin nikaribû tiştekî bike û divê her tişt bi pêşengiya mêr were pêkanîn. Ji bo berjewendiyên xwe, jinan ji gelek qadên jiyanê dûr xist.

‘Jin dikare bi hêza xwe hebûna xwe nîşan bide’

Lê civakeke demokratîk tenê dikare li ser bingeha wekheviyê û hevbeşiya jin û mêr were avakirin. Jin dikare bi hêza xwe hebûna xwe nîşan bide û di hemû qadên jiyanê de kar û xebatan bimeşîne. Yek ji armancên civakeke demokratîk jî avakirina hevbeşiya jin û mêr e. Bi vê bingehê, malbateke demokratîk tê avakirin û di encamê de civak jî dibe demokratîk.

Li seranserê cîhanê gelek pêkhate û civak hene. Ji bo ku jiyan bi awayekî domdar berdewam bike divê hevbendiya jin û gelan were xurtkirin. Bi xurtkirina vê hevbendiyê, rola jinan a di civakê de jî xurttir dibe û jin dikare bigihêje mafên xwe û civakê bi pêş bixe.

Gelo jin çawa dikarin di pêvajoya siyasî û civakî de roleke çalaktir bilîzin?

Ji dîrokê ve heta roja îro, gelek jinên berxwedêr, çalakvan, siyasetmedar û nivîskar di qadên cuda de kar û xebatên girîng meşandin. Di heman demê de, gelek ji wan jinan rastî êrîş, qirkirin û tunekirinê jî hatin. Bi hatina pergala kapîtalîst re jin ji qadên siyasî û civakî hatin dûrxistin û di çarçoveyeke teng de hatin sînordarkirin. Lê di tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jinan bi pêşengiya xwe di şoreşê de nîşan dan ku dikarin di hemû qadan de roleke sereke bilîzin û xebatekî serkeftî pêk bînin. Pergala hevserokatiyê jî ji bo cîhanê bûye mînakek ku jin dikarin di rêvebirina saziyên siyasî û civakî de bi awayekî çalak beşdar bibin û di biryargirtinê de roleke girîng bilîzin. Lê belê heta îro jî gelek jin di qada siyasî de bi astengî û metirsiyan re rûbirû ne. Lewma pêwîst e jin bi hêza xwe bawer bin. 

Di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de divê jin xwe di qada siyasî de xurttir

bikin û roleke sereke di warê biryargirtin û avakirina pêşerojê de bilîzin. Her wiha pêwîst e jin mafên xwe yên qanûnî baştir nas bikin û ji bo misogerkirina mafên xwe yên di makezagonê de bixebitin.

Gelo di cihê biryargirtinê de beşdarbûna jinan çiqas dikare dengê civakê xurt bike?

Jin di her beşa ku tê de cih digrin de dengê xwe bilind dikin û di heman demê de ferq û cudahiyê di navbera tu kesan de nakin. Biryareke dadwer bê beşdariya jinan nayê girtin. Ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk, pêwîst e rola jinan a di hemû qadan de xurttir bibe, ji ber ku jin ji bo hemû gel û pêkhateyan dixebitin.

Jin erk û berpirsiyariya xwe baş dizanin, mafên xwe nas dikin û di heman demê de ji bo parastin û misogerkirina hebûna civaka xwe dixebitin. Siyaseteke demokratîk jî tenê bi beşdarbûna çalak û pêşengiya jinan dikare were avakirin.

Gelo ji bo ku dengê jin û gelan di pêvajoyên siyasî de bêhtir were bihîstin pêwîst e çi were kirin?

Ya girîng di vê pêvajoyê de ew e ku hevgirtina gelan bê xurtkirin. Jinên Kurd pêşengiya Şoreşa Rojava kirin lê jinên ji pêkhateyên cuda jî raberî xwe kirin û rê li ber wan vekirin ku xwe nas bikin û hevgirtina xwe pêk bînin.
Lê belê pêwîst e hevgirtina jinên Sûriyeyê were avakirin. Bi vê yekê, em dikarin bingeha hevgirtina hemû gel û pêkhateyên Sûriyeyê jî xurt bikin. Tenê bi yekîtiyê em ê bikaribin ji bo pêşeroja Sûriyeyê gavên girîng bavêjin û avakirina Sûriyeya demokratîk bi pêş bixin.

Hevrêziya jin û gelan dikare çawa bibe bingehek ji bo avakirina civakeke demokratîk?

Dema ku hevsengiya di navbera jin û gelan de li ser bingeha wekhevî, aştî û dadweriyê were avakirin û mafên hemû pêkhateyan werin parastin, ev yek dibe bingeheke sereke ji bo avakirina civakeke demokratîk. Ji ber vê yekê, pêwîst e civak nasname, hebûn û mafên jinan nas bike û xwedî li wan derkeve.