Jinên Tûnisê dest bi xebatên xwe yên 8’ê Adarê kirin

Di çarçoveya amadekariyên 8’ê Adarê dê komele û rêsitinên jinên Tûnisê têkildarî mijarên binpêkirina mafê jinan dest bi xebatên cihêreng kirine.

Tûnis - Di çarçoveya amadekariyên 8’ê Adarê de Komeleya Piştevaniya Însiyatîfan di beşa çandiniyê de û saziya Friedrich Ebert - Ofîsa Tûnisê dê civîneke çapemeniyê li dar bixin ji bo pêşkêşkirina pêşniyarê ji bo sererastkirina xalên 3 û 19 yên Qanûna Bingehîn a bi hejmara 58’an a sala 2017’an, têkildarî rakirina tundiya li ser jinê hatî derxistin.
Civîna çapemeniyê dê bi durûşma "Piştgiriya Mafên Aborî yên Jinan a tevlîkirina mîrasê” di nava mafên aborî yên ku bi Qanûna 58’an a ji sala 2017’an ve tên parastin ku girêdayî nehiştina tundiya li ser jinê ye, ji bo sererastkirina beşên 3 û 19’an ên Qanûna Bingehîn a hejmar 58’an pêk hat. Ev jî berdewamiya pêşniyarên lêkolînê yên weke "ji bo garantîkirina mafê jinan ê gihandina mîrasê li hawîrdora gundewaran" ku ji aliyê komeleyê ve ji bo naskirina qanûna li ser asta neteweyî ku mafê jinê yê mîrasê mafekî aborî ye û beşek ji mafên mirovan e, hatiye erê kirin. Bêparkirina jinan ji mafê mîrasê tê wateya şîdeta aborî ku bi zagona jimare 58'an a sala 2017'an tê sûcdarkirin.
Di lêkolînê de hat diyarkirin ku jina ku ji mîrasê bêpar maye mexdûr e û divê ew ji parastina ku di qanûnê de hatî peyda kirin maf bistîne. Ji dema radestkirina gilîkirinê heta derxistina biryarê ku ji bo bidestxistina mafê jinê yê mîrasê sûdmend be. Her wiha di lêkolînê de pêşniyar tê kirin ku cezayê di vê qanûnê de hatiye diyar kirin ji cezayê nivîskî bo cezayê destnedanê ji azadiyê were guherandin, da ku diyardeya rêgirtina li mîrasê ji jinan re were girtin û her kesê ku sûcê şîdeta aborî li ser jinê kiriye were sûcdarkirin û darezandin.