Jinên Tunisê bi dirûşma ‘Kar, Azadî, Rûmeta Neteweyî’ daketin qadan
Jinên Tûnisî, ji bo têkoşîna li dijî bêkarî û salên dirêj ên li bendemanê, astengiyên civakî derbas kirin û di pêşiya meş û çalakiyên rûniştinê de cih girtin. Ew pêşengiya protestoyan dikin û daxwaza kar û jiyaneke bi rûmet dikin.
NEZÎHE BOSEÎDÎ
Tunis – Sebra jinên bêkar ên Tunisî yên ku li benda mafê xwe yê wergirtina kar û dîtina kar in, qediyaye. Hin ji wan ji çil salî mezintir in û êdî nikarin li bendê bin ku berhemên salên xwendina xwe bi dest bixin.
Jinên bêkar hîs dikin ku êdî dema wan nemaye ku li benda berhema perwerdehiya xwe ya bi salan bisekinin. Ew bêhêvîtiya ku bi salan kom bûye, ligel wê demê ku ji bo xewneke êdî pêkanîna wê ne mumkin e hatiye terxankirin, ev jin han dane ku beşdarî meş û protestoyên girseyî bibin.
Daxwazên ji bo kar û azadiyê
Jinan di van xwepêşandanan de cihê herî pêş girtin û ev dirûşm bilind kirin: “Kar, azadî, rûmeta neteweyî.” Ew rastiya ku jinên bêkar bi awayekî wisa berbiçav derketin kolanan û heta bûn pêşengên tevgera xwepêşandanê, li Tûnisê ji hemû pêşbîniyan wêdetir bû. Di hin xwepêşandanan de, beşdariya jinan gihîşt ji sedî 100’î. Ev jinên ku di rêzên pêşîn ên tevgera xwepêşandanê de cih girtin û bi dengekî bilind mafê kar û îstihdamê xwestin, wekî “jinên azad ên qadan” hatin naskirin. Di nav wan de kesên wekî Necwa El-Kûkî, Sekîne Şemhî, Sara Trabelsî, Şîrîn Xanîmî, Nuha Ewlad Nesr û Neîme Deyfullah hene.
Jinên Tûnisî yên bêkar rastî gelek zehmetiyan tên. Ji berxwedana li hember şert û mercên hewayê di dema xwepêşandanan de bigre heta bi xwepêşandanên dubare li ber saziyên hikûmetê û heta meşên dirêj ên ku dighîjin 400 kîlometreyan, ji bo parastina mafê xwe yê kar û jiyaneke bi rûmet. Her çend hin çalakvan, wekî Neîme Deyfullah, piştî ku neçar man bêyî ku daxwazên wan bên pêkanîn vegerin malên xwe, rastî dilşikestinê hatibin jî, biryardariya xwepêşanderan qet kêm nebûye. Xwepêşandan heta îro jî li gelek herêman, di nav de Gafsa, Cendûba, Menzil Bûzeyan, Qeyrewan û El-Kef, berdewam dikin.
Jinên ciwan xwedî derfetên kar jî nînin
Çalakvan Sekîne Şamhî, hejmara zêde ya jinên bêkar di nav xwepêşanderên li Qeyrewan û paytext Tûnisê de, bi ruhê têkoşer ê jinên Tûnisî û hişmendiya wan a xurt ve girê dide. Ew dizanin ku bawernameya zanîngehê ji bo paşeroja wan sermayeyeke girîng e. Şamhî diyar dike ku jin ji sedî 60 heta 70’yê mezûnên zanîngehan pêk tînin û ev yek sedema beşdariya wan a berbiçav di tevgera ku daxwaza mafê kar dike de ye.
Şamhî destnîşan dike ku dema mêr ji bo dûrketina ji bêkariyê berê xwe didin sektorên wekî avahîsazî an bazirganiyê ku ev yek tevlîbûna wan a di xwepêşandanan de zehmet dike, jinên ciwan heta derfetên kar ên bi vî awayî yên neewle jî nabînin. Li gorî Şamhî, ev rewş dihêle ku dema jinan zêdetir be da ku beşdarî tevgerên gel bibin, di hin xwepêşandanan de li hember her 20 jinan, tenê mêrek heye. Li Tunisê, derketin bi pêşengiya jinên bêkar wek kesayetên berbiçav di tevgera xwepêşandanê de ji hemû bendewariyan derbas bû û beşdariya wan di gelek tevgeran de gihîşt ji sedî sed.
‘Jinên ku beşdarî xwepêşandanan dibin, rastî tacîza hêzên ewlehiyê tên’
Sekîne Şamhî diyar kir ku jinên bêkar ne tenê rastî tundiya aborî tên, di heman demê de rûbirûyê feraseta serdestiya mêran jî dibin – ferasetek ku di civakên muhafezekar de berbelav e.-
Ew dibêje: “Di van civakan de, her çend dibe ku destûr ji jinên ciwan re bê dayîn ku perwerde bibînin an bixebitin jî, pirî caran rê li ber beşdarbûna wan a di xwepêşandanan de tê girtin. Tevî vê yekê, gelek jin rêyên cûda dibînin da ku li dijî van sînorkirinan derkevin. Hinek ji wan bi dizî ji malên xwe derdikevin da ku tevlî xwepêşandanan bibin, an jî bi guhertina cil û bergên xwe (xwe veşartinê) beşdarî çalakiyên herêmî dibin. Beşdarbûna di xwepêşandanên li ser asta neteweyî de ji bo jinan zehmettir e, ji ber ku mesafeyên dûr hene. Yên ku beşdarî xwepêşandanan dibin, rastî tacîz, zext û tinazên hêzên ewlehiyê tên û rûbirûyê gelek zehmetiyên şexsî û derûnî dibin.”
Çalakvana civaka sivîl Heyat El-Ettar tekez kir ku ji bilî jinên bêkar, karkerên çandinî û kargehan, her wiha jinên ku ji pirsgirêkên hawîrdorê bandor bûne jî bi awayekî berfireh beşdarî van xwepêşandanan dibin. Heyat El-Ettar da zanîn ku ev jin bawer dikin ku maf nayên dayîn, divê bi têkoşînê bên bidestxistin. Wê her wiha destnîşan kir ku – tevî stigma (şermezarkirina civakî) û tundiya ku rastî wê tên – mirov dikare bibîne ku sê nifş – dayîkek, keça wê û neviya wê – bi hev re di heman tevgerê de cih digirin.
‘Beşdariya jinan a li qadê, qalibên hişmendiyê dişkîne’
Hayat El-Attar, bi gotina ku beşdariya xurt a jinan -hem ji aliyê hejmarî ve û hem jî ji aliyê naverokê ve- di çalakiyeke protestoyî de ku ji aliyê jinên bêkar ve li pêşiya Wezareta Karûbarên Jinan bi boneya Roja Neteweyî ya Jinan hatibû organîzekirin bi awayekî zelal diyar bû, wiha anî ziman: “Beşdariya jinan li qadê, qalibên hişmendiyê dişkîne. Jin di van tevgeran de wekî pêşeng derdikevin pêş û komeke zextê ya bi bandor ava dikin da ku şert û mercên xwe baştir bikin. Jinên bêkar têkoşîna xwe didomînin. Bo mînak, li paytextê, jinan çalakiyên protestoyî li dar xistin, heta bişev li kolanan, li pêşiya Şanoya Şaredariyê man û di heman demê de li ber cureyên cûda yên tundiyê û zextên ewlehiyê sekinîn.”
Afaf Ammamî, berdevka Komeleya Neteweyî ya Derçûyên Zanîngehê yên Bêkar e. Afaf, bi van gotinan dest bi axaftina xwekir: “Dema ku rê tên girtin û bêkarî dirêj dikişîne, em dibînin ku jinên Tûnisî li eniyên pêş in. Ew li ber xwe didin, têdikoşin û mafên xwe dixwazin. Jinek ku fêr bûye li hember mafên xwe bêdeng nemîne, îro êdî nikare qebûl bike ku bibe qurbana marjînalîzekirin û dûrxistinê.” Ammamî tekez kir ku ev jin li cihên cûda, di nav de Sîdî Bûzîd, Rakkab, Cendûba, El Kef, paytext Tûnis û herêma El Hamma ya Gabesê, di çalakiyên protestoyî û rûniştinên li qadan de di rêza pêşîn de cih digirin. Wê da zanîn ku jin bi rêya van çalakiyan, li dijî marjînalîzekirina xwe derdikevin û mafê xwe yê jiyaneke bi rûmet diparêzin.
Afaf Ammamî destnîşan kir ku jineke bêkar ne tenê hejmareke di statîstîkan de ye û got: “Jineke bêkar dengek e ku di nava welatê xwe de û ji bo paşeroja xwe, mafê kar û rûmetê dixwaze. Jin di pêşengiya van tevgeran de cih digirin û bi dengekî bilind dirûşma ‘Kar, azadî, rûmeta neteweyî’ diparêzin; dirûşmek ku heta roja me ya îro jî wate û bandora xwe bi temamî diparêze. Bi saya hişyariya xwe ya bilind û kesayetên xwe yên xurt, jinên bêkar îro xwedî wê wêrekiyê ne ku mafên xwe bixwazin. Ew qebûl nakin ku li perawêzên civakê bimînin an jî dev ji mafê xwe yê bingehîn ê jiyana bi rûmet berdin.”