Jinên Sîûdî xwe di bazara kar de bi hêz dikin
Beşdarbûna jinan di qada bazirganiyê de li Siûd di nava şeş salên bûrî de dû qatan zêde bûye û rêjeya ya geşepêdana beşdarkirina jinan a di qada kar a di cîhanê de bi destxistiye, rêjeya ew kargehên ku jin jê re serpereştiyê dikin ji seda 45’an zêde bûye.

Navenda Nûçeyan - Jinên Sîûdî di salê bûrî de hebûna xwe di bazara kar de zêdetir kiriye, ev jî ji ber ew pêngavên aborî û rêxistin piraniya desthilatên fermî bi xwe girtiye.
Beidarbûna jinên Sîûdî ya di qada bazirganiyê de di nava şeş salên bûrî de dû qat zêde bûye û rêjeya geşepêdana bejdarbûna jinan di cîhanê de bi dest xistiye. Li gora daneyên fermî rêjeya kargehan ku jinan serkirdetiya wê dikin, li Sîûdî di sala 2016’an de ji sedan 21.5 û di sala 2022’an ji sedan 45 karkirina jinan zêde bûye.
Daneyên vê dawiyê yên desthilata giştî ya Sîûdî ji bo kargehên biçûk û navendî dide diyarkirin ku rêjeya wan kargehên ku jin jê re serpereştiyê dikin nêzî ew kargehên ku mêr tê de serpereştiyê dikin e. Ev jî rengdaneya bandora aboriyê ku armanca wan bi hêzkirina jinan e.
Jinên Sîûdî karine bi awayek berbiçav li gora salên bûrî di qadên hikumî û îdariya medenî de kar bikin û serkirdayetiya ji sedê 45’an damezrayên bazirganiyên navîn û biçûk bikin ku zêdetirî dû qatên sala 2016’an ne. Ev zêdebûne di encama bi hêzkirina jinan di cîhana kar û aboriyê deye, garantiya jinan ya karkirinê li Sîûdî zêdetir dike di kargehên biçûk û navîn de bi rêya bernameyên perepêdana kar û yekxistin teknolojiyê di karên bazarganiyê de zêde dike.
Di sala 2019’an de rêjeya jinan di bazaran de kar kirin ji sedan 20 û di sala 2022’an de ji sedan 33.6 zêde bû. Eve jî li gora daneyên korbenda aboriya cîhanê ku şaneşîna Sîûdî aşkira kiriye, rêjeya herî bilind ya karkirina jinan di cîhanê de bi dest xistiye.