Jinên Qamişlo û Kobanê li hemberî şidet û destdirêjiyê rabûn
Di 8'ê Tabaxê de, cendermeyên dewleta tirk li ser sînorê di navbera Qamişlo û Nisêbînê leşkerên Tirkan destdirêjî li ser jinek û zarokekê kirin. Têkildarî mijarê Kongra Star a Kantona Qamişlo daxuyanî da. Kongra Star a Kobanê jî li hemberî şideta dibe sedema kuştin û întiharên jinan daxuyanî da.
Di 8'ê Tabaxê de, cendermeyên dewleta tirk li ser sînorê di navbera Qamişlo û Nisêbînê leşkerên Tirkan destdirêjî li ser jinek û zarokekê kirin. Têkildarî mijarê Kongra Star a Kantona Qamişlo daxuyanî da. Kongra Star a Kobanê jî li hemberî şideta dibe sedema kuştin û întiharên jinan daxuyanî da.
Qamişlo/Kobanê – Di dîroka 8'ê Tabaxê de leşkerên tirkan li ser sînorê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de hêjmarek mirovên ku dixwestin sînor derbas bikin hedef girtin. Di encamê de hêjmarek ji wan kesan bi giranî birîndar bûn , her wiha destdirêjî li jineke 25 salî û zarokeke 11 hate kirin. Têkildarî bûyerê Kongreya Star a Kantona Qamişlo daxuyanî da. Kongra Star a Kobanê jî li hemberî şideta dibe sedema kuştin û întiharên jinan daxuyanî da.
“Destdirêjî bi mebesta şikandina vîna jinan tê kirin”
Li ber navenda Kongreya Star a Qamişloyê bi beşdarbûna bi dehan jinên ji sazî û dezgehên civakî daxuyanî hate dayin. Daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Kongreya Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam El-Hisên ve hate xwendin wihaye: "Dewleta tirk a faşîst bi hemû rêbazan êrîşên hovane li ser gelê Bakur û Rojhilatê sûriyeyê dide meşandin. Beriya demekê dewleta tirk hevpeymanek girêda ku sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê bê vekirin, da ku derfetê bide şêniyên ku ji welatê xwe koçber bûne vegerin. Dewleta tirk tu exlaqên mirovahiyê û cîrantiyê na pejirîne û her mirovan di kiryarên qirêj re derbas dikin. Destdirêjiya li ser jinan ne dûrî exlaqên vê faşîzmê ye, ji bo wê bi mebesta şikandina îradeya tevahî jinan her jin ji xwe re dikin hedef.
Em weke Kongreya Star îşkence, tecawiz û faşîzma ku li ser me tê meşandin ji aliyê dijminê mirovahiyê ve dewleta tirk tu carî qebûl nakin û li hember van kiryaran em ê xeta berxwedan û têkoşînê bilind bikin. Em bangewaziyê li hemû gelê xwe dikin ku nekevin di bin bandora şerê taybet de, bila gelê me berê xwe nedin koçberiyê û welatê xwe radestî dijmin nekin."
Jinên Sirînê ya Kobanê jî di derbarê intîharê de daxuyanî dan
Demekê li Kobanê jinan ji ber sedema hişmendiya zayendperest û baviksalariyê dawî li jiyana xwe dianîn an jî bi destê mêran dihatin kuştin. Sedema dûyemîn ji ber şerê heyî ku dewleta tirk çi bi rêka êrîşan an jî şerê taybet ku li herêmê tên kirin û her çar aliyên herêmê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wî ve hatiye dorpêçkirin, dibe sedem ku rêjeya intîharê li herêmê zêde tirk bibe. Ji bo vê mijarê jî bi taybet intîhar navenda lêkolîn ya Jineolojî ya Kobanê beriya salekê dest bi lêkolînan kiribû, niha jî li bi sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di derbarê biruşoran de nîqaş dikin da ku vê mijarê çareserbikin an jî rê li pêşiya intîharê bigrin. Li gundê Cîlî yê girêdayî navçeya Çelebî ku li Başurê Kobanê dikeve, jina bi navê Leyla Milsim Xelîl ya 30 salî bi awayekî guman hatiye qetilkirin. Tê zanîn ku ji ber hişmendî û zextên malbatê yê li ser jinan tên meşandin ev bûyer di 8'ê Tebaxê de çêbûye. Li gor lêkolînan hîna lêpirsîn berdewam e.
“Em desturê nadin êdî jin bibe qurbaniyê hişmendiya mêrsalar”
Têkildarî mijarê Kongreya Star ya bajarokê Sirînê daxuyanî da. Di daxuyaniya alên Kongreya Star têde hatî hildan de gelek jin amadebûn. Daxuyaniya ku ji aliya Endama Koordenîsiyona Kongreya Star ya bajarokê Sirînê Yazê Xelîl ve hate xwendin wiha bû: "Em bi navê Kongreya Star van kiryar û destdirêjiya li ser jinan şermezar dikin û dibêjin êdî bese ji kuştina jinan re, bese ji hişmendiya baviksalarî re ku dixwaze vîna jinan tune bike. Em wek jin ji hemû pêkhateyên herêmê tundiya li ser jinan qebûlnakirin ku jin bibe qurbanî, îro jî em yek ji wan jinan dawî li jiyana wê tê kirin. Ji ber vê hişmendiyê jin di nava civakê de dibe qurbanî, em dibêjin bese ji kuştin û tundiya li ser jin, divê li beramberî van astengiyan jin bi baldarî hişyar be, ji ber ku ev hişmendî tu rehmê li jiyê nake, dixwaze jin di nava civakê de wek kole be. Jin xwîşk, dayik û nivê civakê bi rêve dibe, lê ew di roja meya îroj dixwazin rola û misyona jinan di nava civakê de rakin, divê em alîkariyê bidin van jinan da ku em wan ji kuştin, qetilkirin, destdirêjî, taczî û revandinê xilas kirin."
Daxuyanî bi siloganên "Na ji kuştina jinan re" , "Na ji tundiya li ser jinan re" û "Jin jiyan azadî", bi dawî bû. Di derbarê intîhara jina bi navê Leyla Mislim Xelîl de Endama Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan a bajarokê Sirînê Duai Derwîş ji ajansa mere axivî.
"Hişmendiya mêr dixwaze jinan tunde bike"
Duai balkişand ser bûyera ku li gundê Cîlî qewimiye û wiha got: "Ev ne cara yekê û ne ya dawiyê ku jin bi destê mêr têne kuştin. Her tim hişmendî dixwaze jinê bi fetisîne da ku dawî li jiyana xwe bîne an jî bê kuştin. Bûyerên bi vî rengî li herêmê pir zêde bûne lê divê jin xwe lewaz nebîne ku xwe bi destê mêr de berde heya ku dawî li jiyana wê bê. Me gelek caran serdana van gundan kirine lê ji ber bira, bav an jî hevjîn jin bê deng dimîne, lewra berê xwe nade navendên me, ev yek jî şaşe hêza jinê heye ku li beramberî van zextan bisekine û berê xwe bide navenên jin da ku em çareseriyê ji wê re bibînin. Lê kuştin û intîhar ne çareseriye ku em xwe bikujin, ev rih ji bo kuştinê nehatiye dayîn, divê em xwe ji hişmeniyê biparêzin."