Li Minbic û Dêrezorê gel li dijî êrişên dewleta tirk meşiyan

Li Minbic û Dêrezorê gel li dijî êrişên dagirkeriyê û gefên dewleta tirk meşiyan û dan zanîn ku êrişên tên meşandin bi armanca guhertina demografya heremê ye

Navenda Nûçeyan – Şêniyên Minbic û Dêrezorê li dijî êriş û gefên dewleta tirk herikîn qadan. Şêniyên Minbicê nerazîbûna xwe ya li dijî binpêkirinên dewleta tirk nîşan dan û helwesta welatên hevkar ên pêkanîna projeyên xwe yên dagirkeriyê li herêmê şermezar kirin. Li bajarê Dêrazorê Meclîsa Herêma Rojhilat ji bo şermezarkirina destwerdan û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîtîngek girseyî li dar xist û got: “Divê civaka navnetewî ji bo bidawîkirina êrişên dagirkeriyê yê dewleta tirk bi erkê xwe rabe”.

Minbic: Ev helwesta hemû gelê Minbicê bi hemû pêkhateyên wê ye

Jinên Minbicê yên beşdarî meşa ku ji aliyê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ve hatibû organîzekirin bûn teqez kirin ku gelê bajarê Minbicê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmên xwe red dike û ji civaka navdewletî dixwaze Tirkiye destê xwe ji ser herêmê vekişîne.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bajarê Minbicê û gundewarên wê bi dirûşma "Meşa Berxwedanê" li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk meşeke girseyî li dar xist û xwepêşandêran nerazîbûna xwe li hemberî siyaseta dagirkeriyê û projeya avakirina herêmê nîşan dan.

Xwepêşandêran daxwaz kirin ku penaberên Sûriyeyê bi ewlehî vegerin deverên xwe, ne deverên ku Tirkiye destnîşan dike û hewl dide guhertina demografîk li herêmê pêk bîne.

Di xwepêşandanê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Bûseyne Hesen ji ajansa me re axivî û got: "Em îro derketin vê xwepêşandanê bi beşdariya hemû gelê Minbicê û gundewarên wê û nerazîbûna xwe li hemeber binpêkirinên dagirkeriya Tirk û êrîşên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan didin. Tirkiye bi dagirkirina herêmên li Sûriye û Iraqê hewl dide xewnên xwe yên Osmanî nû bike lê em wek gelên herêmê van pêkanînên Tirkiyeyê red dikin".

“Tirkiye bi hincetên pûç û derew hewl dide xewnên xwe yên Osmanî nû bike”

Li aliyê din hevseroka Komîteya Navxweyî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê Wedha El-Casim, argumanên Tirkiyeyê yên ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî weke hincetek ji bo pêkanîna armancên xwe yên berfireh bi nav kir û got: "Dewleta Tirk bi hincetên derew, ji bo pêkanîna armancên xwe êrîş dike. Em neteweyek demokratîk in ku bi yekgirtina pêkhateyên gelê xwe dixwazin xwe biparêzin û kar û barên xwe bi tena serê xwe bi rê ve bibin lê Tirkiye ji vê yekê hez nake û li dijî rojeva wê ya derve ye. Piştî ku hemû komployên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Kurdistanê têk çûn, êrîşî herêmên me dike. Tişta em dixwazin ew e ku em di nava aramiyê de bijîn, zarokên me bê tirs biçin dibistanê û dayik ji bo zarokên xwe hêsrên xemgîniyê nerijînin".

“Me bi hevgirtinê xaka xwe rizgar kir”

Her wiha Rêvebera Akademiya Şehîd Îsmaîl El-Mûsa Neqşiye El-Xelîl jî wiha got: "Meşa me ya îro li dijî Tirkiye û hemû welatên ku bi wê re li hev dikin, ji aloziya Sûriyeyê sûdê digrin e. Ev helwesta hemû gelê Minbicê bi hemû pêkhateyên wê ye".

Têkildarî pêwîstiya parastina destkeftiyên şehîdan jî diyar kir ku bêyî fedekarî û hevgirtina gelan rizgarî pêk nayê û wiha domand: "Me bi yekitiya xwe xaka xwe rizgar kir û em ê bi hemû pêkhateyan re bibin, ji ber ku ev navgînek e ji rûbirûbûna dijmin û parastina destkeftiyên şehîdan."

Dêrezor: Bila dewleta tirk ji axa me derkeve

Li bajarê Dêrezorê Meclîsa Herêma Rojhilat ji bo şermezarkirina destwerdan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîtîngek girseyî li dar xist û di heman demê de daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em weke gel, niştecih, rûspî, karker, rewşenbîr, ciwan, zarok û jinên Dêrezorê destwerdana dewleta û êrîşên dewleta tirk red dikin û daxwaza derxistina wê ji axa xwe dikin."

Di daxuyaniyê de bal li ser hat kişandin ku divê civaka navnetewî bi erkê xwe rabe û wiha hat gotin: "Operasyonên dewleta tirk ên li ser sînor, ji bo valakirina herêmê ji niştecihên wê û bicihkirina çeteyên xwe û ji bo guhertina dîroka herêmê û têkbirina ewlekariya herêmê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî kirin ku rola xwe ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û rawestandina hewldanên nû yên êrîş û dagirkirina herêmê bilîze.