Jinên Kuweyîtê daxwaza darezandina kujerê Fereh Ekber kirin

Piştî ku Dadgeha Cezayê Giran a Kuweyîtê cezayê kujerê Fereh Ekber ji darvekirinê daxistin 15 salan, jinên Kuweyîtê xwepêşandan kirin û daxwaza darezandina kujerê Fereh kirin.

 
Navenda Nûçeyan – Di 20'ê Nîsanê de mêrek ji Kuweytê, bi wesayîdekê jina bi navê Fereh Ekber a 32 salî ya ji devera Sebah El-Salim a paytexta Kuweytî revand, kêr li sînga wê xist, paşê ew danî ber nexweşxaneyekê û reviya. Di encama hewildan û lêgerînan de mêrê kujer hat girtin. Dadgeha Cazayê Giran a Kuweytê cezayê darvekirinê da kujer. Paşê bi dewamkirina dozê re cezayê wî ji darvekirinê daxistin 15 sal cezayê girtîgehê. Ev yek jî di nava jinên Kuweyîtê de bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanan. 
Jinên derketin xwepêşandanan daxwaz kirin ku cezayê darvekirinê yê kujerê Fereh neyê daxistin. Jinan di xwepêşandanê de dovîzên binivîsa “xwîna Fereh nayê windakirin”, “Em ji derveyî cezayê darvekirinê tu cezayên dinê qebul nakin” û “Divê kujer bê darvekirin” bilind kirin.