Jinên Kurd û Filistînî li ser onlinê civiyan
Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinê ya HDP'ê bi jinên Fîlîstînî re civîna onlineyê li dar xist. Di civînê de bal hat kişandina ser xalên dişibin hev ên erdnîgaiya Filistîn û Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi civîna onlineyê bi jinên Fîlîstînî re hat gel hev. Ji Koma Dewleta Demokratîk a ji bo Rizgarkirina Fîlîstînê û Cemiyeta Jinên Ereb Emel Ebu Ayşe û Nûnera Lubnanê Abeer Ahmed, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Endama Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Ayşe Berktay, Berdevka Dîplomasiya Jinê ya HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyigit, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê û Hevberdevka Maseya Rojhilata Navîn Tulay Hatimogulari beşdarî civînê bûn.
“Erdnîgariya Kurdistan û Fîlîstînê dişibin hev”
Ayşe Acar Başaran wiha got:"Erdnîgariya Kurdistanê û Fîlîstînê dişibin hevdu. Li Rojhilata Navîn bedena jinê veguhertin qada şer. Li Wanê bi teşhîrkirina bedena Ekîn Wan hat nîşandan ku di şer de hedefa ewil jin in. Li girtîgehan bi lêgerîna tazî îşkenceyê dikin."
Ji Koma Dewleta Demokratîk a ji bo Rizgarkirina Fîlîstînê û Cemiyeta Jinên Ereb Emel Ebu Ayşe da zanîn ku şerdên Kurd û Filîstîniyan dişibin hevdu û jinên fîlîstînî lidijî rejîmên Gazze û Şeriaya Rojava li berxwe didin.