Jinên Kurd, Ermen, Ereb: Bê naskirina YPJ’ê hemû diyalog seqet in

Pêkhateyên bajarê Zirgan û Til Temirê piştgirî dan Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û gotin ku tekane hêza ku jinên Sûriyê biparêze û wan ji koletiyê er bi azadiyê ve bikşîne, YPJ ye.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn di hevdîtinek xwe de behsa entegrasyonê kiribû û tekez kiribû ku YPJ xwe bi awayekî xweser di nav QSD’ê de birêxistin dike û xweserbûna xwe diparêze.

Danûstnadinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya veguhêz de didomin. Di vê navberê de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo YPJ’ê nêrînên xwe anîn ziman.

‘Ger hêzek hebe jinan biparêze ew YPJ ye’

Ji pêkhateya Kurd Nisrîn Yûnis got ku li dijî hişmendiya mêrê desthilatdar jin xwe bi hêza YPJ’ê diparêze û bihêz dibe û da zanîn ku radestkirina hêza xwe ya ji zilam re, wan dikşîne û mêr diparêze. Nisrîn da xuya kirin ku baweriya wan bi mêrên xwedî hişmendiya baviksalarî nayê û wiha got: “Em xwe dispêrin fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan. Ji ber ku hebûna xwe di wir de dibînin.” Nisrîn bêbaweriya xwe ya bi hikûmeta demkî ya veguhêz re anî ziman û got ku: “Hikûmetek wiha, wê nikaribe jinan diparêze.” Nisrîn îşaret bi girîngiya hebûna YPJ’ê ya di danûstandin û hevdîtinên tên kirin de, kir û got eger hêzek hebe jinan biparêze û wan di bin sîwana azadiyê de birêxistin bike, ew jî YPJ ye.

Jina Ermen: YPJ stûn û stargeh e

Ji Meclîsa Civaka Ermen Vîlda Sîmon jî got ku hêza sereke ya jinê YPJ ye û jin dê YPJ’ê jî bi tenê nehêlin. Kîjan jina ji çi pêkhateyê çi zehmetiyan bikşîne, YPJ’ê li kêleka xwe dibîne. Ji lewra YPJ ji jinên giştî pêkhateyan re stûn û stargeh e. Jinên Ermen heta dawî jî piştgiriya xwe bi YPJ’ê re nîşan didin.”

‘Hêzek ku 13 sal e jinan diparêze divê di danûstandinan de hebe’

Vîlda rola YPJ’ê ya di avakirina pêşeroja Sûriyê ya nû de girîng dibîne û dibêje ku aktîvbûna wê ya li ser asta seranserê Sûriyeyê, wê bikeve xizmeta jinan û hikûmetê jî. Vîlda diyar kir ku hêzek 13 sal e hatiye avakirin nabe ku ji danûstandinan were dûrxistin û wiha got: “Ji ber jinên ku tundiyê jî dibînin YPJ dikare ji wan re palpiştiyê bike û wan biparêze.”

Vîlda rewşa jinan, komkujî û êrîşên li dijî wan pêk tên, bi hev ve girê dide û balê dikşîne ser jinên Elewî û Durzî. Vîlda got ku ger hêzên wan yên parastinê hebûya wê bikarîbûna li dijî êrîş û komkujiyan şer kiribana an jî xwe biparastana. Vîlda destnîşan kir ku ger YPJ nebûya, wê jinên Ermenî jî îro rêxistinkirî nebûna.

‘YPJ nebe danûstandin seqet dimîne’

Vîlda ji hikûmeta demkî ya veguhêz dipirse: “Ger îro hun jinan nas nekin, hunê çawa bikaribin wan biparêzin? Ger jin neyê naskirin û nebe xwedî rol, hemû danûstandin seqet dimîne. Bêyî hebûna jinan, aştî ne pêkan e.” Vîlda got ku “Hikûmetek Akîto û Newroz nas neke wê çawa bikaribe pêkhateyên Sûriyê nas bike, rêzê ji ol û bawerî û çand û zimanê wê re bigre. Em Sûriyek yek reng napejirînin û ya jinên Sûriyê birêxistin bike û biparêze, YPJ ye.”

‘Pêwîst e jin ji maseyên diyalogê neyên dûrxistin’

Ji pêkhateya Ereb Ebla Kerîm a ji bajarê Zirganê jî wiha nêrîna xwe parve dike: “Pêwîst e jinan ji maseyên diyalogê dûr nexin. Ger dûr bikevin, wê cîhanek ku me qebûl neke û destûrek ku me nas neke, were avakirin. Sîstemek nenavendî, çareseriyek domdar a ji bo pirrengiya Sûriyeyê ye. Ji lewra bêyî jinan, divê ti gav neyên avêtin. Gavên ku werin avêtin, divê jinan bikin serê pilansaziyên xebata xwe.”

Ebla banga sererastkirina destûra Sûriyeyê kir ku mafên jinan di nav de bicîh bikin.