Jinên ku Talîbanan protesto dikin dixwazin di hikûmeta nû de cih bigrin

Digel ku tê çaverê kirin Talîban îro hukûmeta nû ragihîne, di daxuyaniya berê de hate gotin ku jin dê di hukûmetê de cih negrin. Li ser vê yekê, jinan Talîban protesto kirin û xwestin di hukûmetê de cih ji bo wan were dayin.

Navenda Nûçeyan- Hat zanîn ku dê îro Talîban kabîneyêk nû eşkere bike. Di nava daxuyaniyên Talîbanan de, hat ragihandin ku jin di kabîneya nû de cih nagirin. Li Heratê, jinan ragihandin ku ew dixwazin, di hikûmeta nû de cih bigrin û ji bo vê yeke çalakî pêkanîn.
Li Heratê jin daketin kolanan
Li aliyê din, li bajarê Heratê, dora 50 jinan daketin kolanan û mafê xwe yê xebatê xwestin û ne xwedî cîh gotin bûna di rêveberiya nû de protesto kirin. Ji jinên di nava çalakiyê de Basira Tahirî ya beşdarî xwepêşandanê bûyî û çalakiyê organîze dike, got ku ew dixwazin Talîban di nava hikûmeta nû de cih bide jinan.