Jinên ku bi saetan di bin dorpêçê de man: Me serî netewand

Jinên ku duh li Amedê ji bo Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin çalakî lidarxistin, bi saetan di bin dorpêçê de hatin hiştin û rastî muameleya xerab hatin. Kesên di çalakiyê de hatin binçavkirin şev saetên dereng hatin berdan.

Amed – Bertekên li ser qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnameger û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel a di encama êrîşa çekdarî ya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê de didomin. Meşa jinên ku ji bo şermezarkirina qetlîame li Amedê li hev kom bûn hat asteng kirin, di vê kêliyê de rojnameger jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin.

Bi dehan jin hatin derbkirin bi saetan di bin dorpêçê de hatin hiştin

Di kêliya astengkirinê de jinan bi saetan di bin dorpêçê de hatin hiştin û ji ber mudaxaleya gaza bîberê jî gelek kes birîndar bûn. Jinên ku bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" dorpêçê şermezar kirin, piştî bidawîbûna dorpêçê çûn nexweşxaneyê û rapora derp wergirtin. Jinan bi raporên derpê yên wergirtin re dê der barê polîsên ku li wan derp kirine de, serlêdana sûc bikin.

“Jin xwedî li Nagihan derketin”

Parêzer Ruşen Seydaoglû a yek ji jinên ku bi saetan di bin dorpêçê de hat hiştin der barê mijarê nirxandin kir û bal kişand ser desteserkirina mafên jinan ên demokratîk. Ruşen Seydaoglû diyar kir ku jinan xwedî li Nagîhan Akarsel a ku hat qetilkirin derketin û got: “Em ji bo berxwedana jinan ya li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel bilind bikin li Amedê hatin gel hev. Dewletê bi hemû hêza xwe êrîşî vê girseya ku ji jin, parêzer û siyasetmedar ên ji hemû pêkhateyan pêk te kir. Herî dawî girt bin dorpêçê û piştî vê dorpêçê hema bibêje dibû sedema mirina nexweşên astimê û nexweşiyên cûda. Lê jinan tevî her tiştî li ber xwe dan û serî netewand. Wek Nagihan ji bilî berxwedan û têkoşînê ti rêyek me nîne.”

Dê der barê polîsan de serlêdana sûc bikin

Ruşen Seydaoglû ya diyar kir jin tevî pêkanînên xerab û binçavkirinê jî serî netewandin, diyar kir ku der barê mijarê de rapora derpkirinê girtine û dê der barê wan polîsan serlêdana sûc bikin. Ruşen Seydaoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: “Jin di hemû deverên cîhanê berxwedanê bilind dikin. Li Îran, Tûnis an Afganîstanê li dijî dewleta serdest a mêr ku xwe asê hîs dike têkoşînek bêhempa heye. Îro jî jinan di çarçoveya vê têkoşînê de çalakiyên demokratîk pêk anîn. Rojnameger jî di nav de hevalên me hatin binçavkirin.”

Kesên hatin binçavkirin şev hatin berdan

Nûçegihana Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Eylem Akdag, rojnamevan Azat Taşkin, Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê Amedê Salîh Sargin, Vedat Saçan, Fermandar Kardeş û Pehlîvan Jiyan Şûrzan hatin binçavkirin û ew birin Qereqola Polîsan a Şehîtler a navçeya Yenîşehîrê. Der barê her 6 kesan de bi sûcên “Muxalefeta li dijî qanûna Xwepêşandan û Meşê ya bi hejmara 2911” û “Propagandaya rêxistinê” kirarî hatin kirin. 6 kes piştî kirariyên îfadeyan ên bi saetan dom kirin ji ber bên berdan ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbî. Her 6 kes piştî kirariyên îfadeyan saet 02.20’an de hatin berdan.