Jinên ji Efrînê vegera bi ewle dixwazin

Jinên ji Efrînê yên ku li bajarê Qamişloyê dimînin anîn ziman ku ew dixwazin bi awayekî bi ewle vegerin Efrînê û gotin ku Efrîn cihekî bêhempa ye.

NEXEM ÇAÇAN 

Qamişlo – Piştî çend salên koçberiya bi darê zorê û bendewariyek dirêj, nîşaneyên vegerê li derdora Efrîn dest pê dikin. Bi cîbicîkirina peymana dawî re, niştecih amadekariyê dikin ku rûpela koçberiyê vekin, vegerin bajarê xwe yê ku ji aliyê manewî ve qet jê dûr neketine, dest bi serdemeke nû bikin.

Jinên ji Efrîn yên li bajarê Qamişloyê dimînin, ji ajansa me re anîn ziman ku daxwaza wan vegera bi ewle ya Efrînê ye.

Sûzan Oso diyar kir ku 8 sal in koçber in û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em dixwazin bi hêza xwe ya asayîşê vegerin. Em dixwazin, mafê me werin misogerkirin. 9 sal en em koçber in êdî em dixwazin vegerin cih û warên xwe. Daxwaza me ew e ku bi temînatên navneteweyî em vegerin Efrînê wekî Kurd em hebin, bikaribin li ser ax û erdê xwe karê xwe bikin. Em xwe ji bo vegera Efrînê amade dikin. Em wekî Kurd ev nêzî 15`salan ku em di şer de ne, êdî gerek şer raweste û aştî û demokratîk pêk were, ji ber vê pêwsit e di destûra Sûriyeyê de mafên Kurdan werin misogerkirin.” 

 


‘Dema ku ez bigihîjim Efrînê yekemîn cihê ez biçim dê goristana şehîdan be’ 

Arîfa Hebeş anî ziman ku Efrîn cihekî pir xweş e û wiha got: “Ev bû neh sal em ji Efrîna xwe dûr ketine, me pir êş, zirar û astengî dîtin. Em ji Efrînê koçberî Şehbayê bûn, piştre em koçberî Reqayê bûn û herî dawî em hatin Qamişloyê. Salên me bi berxwedanê derbas bûn. Efrîn tiştekî pir xweş e, şiqas bibêjim hindik e, dema ez vegerim Efrînê, nizanim dê moralê min çawa be, dema ku bigihîjim Efrînê yekemîn devera ku ez ê biçim gorîstana şehîdan e paşê ez ê biçim gundê xwe. Em vegerin pêwist e vegereke bi rûmet be, bi hêz û moral be. Eger hêza me ya asayîş ne bi me re be em venagerin.”

 

Daxwaza me vegera bi ewle ye’

Emîna Hisên da zanîn ku ew dixwazin bi awayekî ewle vegerin Efrînê, jiyanê bi aramî bijîn û wiha pêde çû: “Me tu carî xeyal nedikir ku wê rojek were, em ê vegerin Efrînê. Daxwaza me vegera bi ewle û serbilindî ye. Em dixwazin jiyana me yê berê hebe. Bangewaziya me ji hemû dewletên navneteweyî re ew e ku ji bo vegerê şert û mercên bi ewle bikevin bin temînatê.”