Jinên ji bo Aştiyê zêdetirî 225 binpêkirinên zayendî li kampa Darfûrê belge dikin

Li Sûdanê herêmên şer şahidiya zêdebûneke berbiçav a binpêkirinên li dijî jinan dikin. Koma "Jinên ji bo Aştî û Ewlehiyê" li kampa Darfûrê zêdetirî 225 bûyerên tundiya zayendî belge kirin.

Sûdan – Li Darfûr û Kordofanê binpêkirinên li ser jinan zêde dibin. Bûyerên destdirêjiyê, girtinên veşartî û girtina di nava malan de tên tomarkirin û ev yek, tirsa berfirehbûna van binpêkirinan û nebûna mekanîzmayên parastinê zêde dike.

Zêdebûna tundiya zayendî li kampa koçberan

Koma “Jinên ji bo Aştî û Ewlehiyê” ku jinên ji deverên pevçûnê yên Sûdanê di nav de ne ragihand ku di sê mehên dawî de li kampa koçberan a li Darfûra rojavayê Sûdanê, zêdeyî 225 bûyerên tundî û binpêkirina zayendî bi şêwazên cuda hatine tomarkirin. Koma navborî diyar kir ku tawanbarî ji bo van binpêkirinan dikevin ser milê hin pêşkêşkerên xizmetê û şêxên kampan.

Girtina jinan a li herêmên cuda yên Darfûrê

Koma navborî her wiha ragihand ku jinên ji herêmên cuda yên Darfûrê hatine girtin. Di nav wan de jinên li Kebkabiya, jinên ku li bajarê El-Faşêr di warê belgekirinê de dixebitin, her wiha jinên ji Niyala yên ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve hatine girtin hene. Hin ji wan jinan ber bi girtîgeha Diqêrisê ve hatine veguhestin.

Girtina di nava malan de û tarîtiya agahiyan

Koma “Jinên ji bo Aştî û Ewlehiyê” diyar kir ku hin jin li bajarê Niyala di nava malan de girtî ne û agahî li ser wan bi tevahî tên veşartin. Hejmareke mezin a jinan ji Darfûr, Kordofan û herêmên din hê jî di bin girtinê de ne. Di nav wan de jî yên ku di dema hebûna hêzên RSF li Xertûmê de hatine girtin hene.

Tirsa malbatan û astengkirina belgekirinê

Koma navborî bibîr xist  ku malbat di gelek rewşan de ji ragihandina bûyerên girtinê dûr dikevin; ji ber ku ditirsin belavkirina van agahiyan bi rêya rêxistinên civaka sivîl bibe sedema zêdebûna îşkenceyê, veqetandinê, muameleya xerab û qutkirina derman û xwarinê. Ev binpêkirin di bin veşartineke berfireh û astengkirineke nêzî temam a karê belgekirinê de pêk tên.