Jinên Iraqî piştgirî dan kampanyaya TAJÊ

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di 8’ê Adara îsal de kampanyaya “Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê” da destpêkirin. Jinên siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr, çalakvanên siyasî ên Iraqê piştgiriya xwe ji bo kampanyêyê ragihandin.

Şengal- TAJÊ di 8’ê Adarê de kampanyaya bi navê “Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê” dabû destpêkirin û wê heta 2’yê Tebaxê berdewam bike. Di çarçoveya kampanyayê de bi dehan çalakî hatin lidarxistin. Jinên Iraqî jî bi saziyên xwe û bi riya daxuyaniyeke hevbeş piştgirî da kampanyaya TAJÊ û teqez kirin ku riya azadiya jinan bi yekitiya wan pêkan e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi salan e ji ber zihniyeta mêr şerên gelek dijwar ji aliyê desthilatdaran ve li ser tevahî civak û neteweyan tên meşandin. Yên herî zêde ji van şeran zirarê dibînin jin û zarok in. Bi taybetî di sedsala 21’ê de ji aliyê sîstema kapîtalîst ve asta şîdeta li ser jinan gihîştiye ya herî xirab. Li ser jinan hemû cureyên şîdetê tên meşandin. Şideta nava malê û derve, destdirêjî, qetikirin, xwekuştin, zêdebûna hevberdanê, zewaca di temenê biçûk de... Bêguman ev pisgirêkên heyî li tevahî cîhanê hene û  rojana îradeya jinan tê binpêkirin. Em dikarin bibêjin sîstem bi zanebûn jinan hedef digre û dibe sedema qirkirina civakan bi taybetî qirkirina jinan. Li kêleka qirkirina heyî jin her dem di nav tekoşîneke girîng de ne, em bawer dikin wê bi felsefeya jin jiyan azadî sedsala 21’ê bibe sedsala azadiya jinan.

‘Ji bo pêşîgirtina qirkirinê têkoşînek hevgirtî ya jinan girîngî ye’

Bêguman, Iraq xwedî dîrokek kevnar a berxwedanê ye, li ser vê axê bi hezaran salan gelek neteweyên weke Ereb, Kurd, Êzidî, Tirkmen, Ermen, Mesihî jiyane. Hêzên hegemonîk li gorî berjewendiyên xwe her dem êrîşî neteweyan dikin. Iraq yek ji wan welatan e ku tê de gelek şer çêbûne û jin ji hemû neteweyan heya roja îro rastî şîdetê tên. Di vê wateyê de jin êşa van şeran dikşînin. Ji bo pêşîgirtina qirkirin û şîdeta heyî, têkoşînek hevgirtî ya jinan xwedî wate û girîngî ye.

‘Êşa jinên Êzidî ya tevahî jinan e’

Kampanyaya ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di 8 ê Adarê de dest pê kiriye heta 3’yê Tebaxê salvegera fermanê wê berdewam bike. Em vê kampanyayê gelek girîng dibînin. Di qirkirina ku li ser jinên Êzidî di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve çêbû, bi hezaran jin hatin qetilkirin, bi hezaran hatin dîlgirtin ku heya niha jî bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî di destên DAIŞ’ê de ne, jinên Êzidî rastî desdirêjiyê hatin û li sûkan hatin firotin. Her wiha li Mûsilê bi saxî di qefesan de hatin şewitandin. Em jî vê qirkirinê qebûl nakin û dibêjin êşên jinên Êzidî êşa tevahî jinên Iraqê ye.

‘Em ê li dijî qirkirina jinan bi yek dengî bisekinin’

Li ser vî esasî em jinên siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr, çalakvanên siyasî û ji sazî û dezgehên Iraqê ji 17 parêzgehên Iraqê piştgirî didin kampanyaya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ). Beşdariya xwe ji bo kampanyayê didin diyarkirin. Em ê bi hev re li dijî qirkirina li ser jinan têkoşîna xwe bidomînin, bi yekitiya jinan em ê dengê xwe li dijî qirkirinê bilind bikin û bi hev re bibin dengê xweparastinê.