Jinên Hesekê li warê Seda û Hind Şedadê meşiyan

Bi bonya 8’ê Adarê Kongreya Star a Kantona Hesekê meşeke girseyî li navçeya Şedadê li darxistin. Di meşê de hate tekez kirin ku ewê bi giyana Hind û Seda mesa xwe ber bi azadiyê ve dom bikin.

Hesekê – Bi dirûşma"Têkoşîna me temînata Şoreşa Jinê ye” çalakiyên jinan li Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava dom dikin. Bi pêşengiya Kongreya Star a bi hezaran jinên ji navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir, Hol û Şedadê meşeke girseyî li navçeya Şedadê a kantona Hesekê kombûn û dest bi meşê kirin. Meş li ber Şaredariya gel a şedadê despêkir û li Çarxereya Cebsa veguherî mêtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji rêveberên Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Şukriya Mihemed, Rêveberiya Meclisa Jinên PYD'ê Zehra Semo, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Semer El-Ebdullah axaftin hatin kirin.
‘Jinên bihêz tên hedefgirtin’
Şukriya di destpêkê axaftina xwe de sersaxî ji malbata Şehîd Seda El-Hermas û Hind El-Xidêr rexwest û wiha qala 8'ê Adarê kir: "Hedefgirtina herdû rêveberên jin Sada û Hindê armanc jê derbexistina vîna jinan bû. Jin têghiştîne wê rastiyê ku yên herî bi hêz tên hedefgirtin, ji lewra şehadeta her dû jinan asta tolhildanê di dilê tevahî jinên ereb de mezin kir û têkoşîna wan a ber bi azadiyê ve xurtir kir."
'Meşa azadiyê ranaweste'
Zehra Semo jî wiha got: "Seda û Hind mîrasê têkoşîna jinên berxwedêr in. Şoreşa jinê gihiştiye lûtkeyeke herî bilind, loma rastî gelek siyasetên tunekirin û qirkirinê tê. Êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî jinan, asta metirsiya wê ji hêza jinan e. Şoreşa Rojava hemû jinan hembêz dike, ji lewra demê ku hêz û berxwedana jinê derdikeve pêş, dewleteke wekî dewleta tirk a dagirker her wê dike hedefa xwe. Lê berxwedaniya jinan ranaweste, berovajî wê bi hêztir û meşa azadiyê geştir dibe."
Semer El-Ebdullah bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha pêde çû: "Seda û Hind şehîdên netewa demokratîk û şoreşa jinê ne. Wê ev dîrok berxwedaniya jinan li hember desthilatdar û sîtemkaran binivisîne. Me li dijî tarîtiyê serî hilda û ber bi azadiyê ve meşiyan. Em ê bi rihê van şehîdan 8'ê Adarê pîroz bikin. Jinên ku serî hildan e, rastî gelek bûyerên bi êş hatine ji komkujî, qetilkirin, revandin û tecawîzkirin. Em ê bi rihê Sada û Hind 8’ê Adarê pîroz bikin û dawî li dagirkeriyê bînin. Em ê dîroka yekîtiya xwe bi hev re binivîsînin."
Piştî axaftinan, Jinên Kevana Zêrîn, şanoyek bi navê (Wextê ku xewn koçber dibin) pêşkêş kirin û Mehebat Mihemed helbestek xwend. 
Meş bi dirûşmeya"Jin jiyan azadî"bi dawî bû.