Jinên Firatê ji bo diyarkirina namezedên xwe diçin ser sindoqan

Li kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên pêşhilbijartinên namzedên jin ên hilbijartinên hevşaredaran dest pê kir. Jin bi coşeke mezin berê xwe didin ser sindoqan.

Jinên Firatê ji bo diyarkirina namezedên xwe diçin ser sindoqan

Kobanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ber bi hilbijartinên xwecihî ya şaredariyan ve diçin dê di 30’ê Gulanê de werin pêkanîn, li aliyekî din tevgerên jinan û partiyên siyasî jî pêşhilbijartinên diyarkirina namzedên xwe dikin.

Di vê çarçoveyê de îro ango roja 28’ê Nîsanê rêxistina Kongreya Star a kantona Firatê dest bi xebatên pêşhilbijartinan li navçeya Kobanê û navçeya Eyn Îsayê kir. Her wiha hat payîn ku dê di 29’ê Nîsanê de jî pêşhilbijartinên namzedên jin ên navçe û bajarakên kantona Firatê pêk werin.

Di pêşhilbijartinên îro de, li Kobanê Mizgîn Xalib Elûş û Felek Yusif di dengdanê de cih digrin. Her wiha yên Eyn Îsa jî Sena Xelîl El-Ebo û Ayat Îsa Abdullah in.  

Ji seat 10’ê sibehê de jinên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ji temenên 18 salî ber bi 100 salî ve bi coşeke mezin û bi berzkirina dirûşmên “jin, jiyan, azadî” berê xwe didin sindoqan û dengê xwe didin.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.