Jinên Filistînê li nêzî "Xeta Zer" biryardariya xwe ya parastina axa xwe tekez kirin

Filistîniyên li nêzîkî Xeta Zer a Xezeyê li dijî kocberiya zorê daketin qadan û tekez kirin ku ew tevî hemû gefan, bombebaran û xetereyan jî dev ji axa xwe bernedin.

NEXEM KARACA

Filistîn – Xwepêşanderan biryardariya xwe ya mayîna li ser axa xwe û redkirina dubarebûna neçarî koçberiyê tekez kirin. Wan bang li civaka navneteweyî kir ku bi lezgînî mudaxele bike da ku sivîlên li nêzî Xeta zer dijîn biparêzin û gefên li ser jiyan û malên wan rawestînin.

Di bin pankarta bi nivîsa "Ev axa min e, ez axa xwe diparêzim" de, Filistîniyan îro, li nêzî Xeta Zer a rojhilatê bajarê Xezeyê xwepêşandanek li dar xistin û berfirehkirina berdewam a xetê, desteserkirina erdê ya ji vê yekê û gefên li ser mal û wargehan red kirin. Ev di nav tirsên zêde yên di nav malbatên ku hewl didin vegerin xirbeyên malên xwe, an jî li nêzî kavilan bijîn, tevî xetereyên ewlehiyê pêk hat.

Beşdaran pankartên bi sloganên wekî "Ev axa me ye, em ê dev jê bernedin" û "Bes e ji koçberî û koçberiya bi zorê" nîşan dan, ku girêdana xwe ya bi mafê mayîna li ser axa xwe û redkirina dubarebûna neçarî koçberiyê nîşan dan. Ev rewş bi taybetî di demekê de derdikeve holê ku malbatên Filistînî, yên ku li deverên rojhilatê Xezeyê dijîn, di bin gefa nêzîkbûna wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê, topxane û bombebaranê de dijîn.

Nûçegihanê me di dema xwepêşandanê de bi jinên Filistînî re hevpeyvîn kir, ku wan tirsên xwe yên ji koçberiyê û biryardariya xwe ya mayîna li ser axa xwe tevî xetereyan dubare kirin.

Ewlehiya jiyanê di konan de nîne

Raja Şeleh li taxa El-Şecaiyê ya li rojhilatê bajarê Xezeyê bi malbata xwe re dijî, nêzîkî Xeta Zere. Ji dema ku ew vegeriyane kampê ku wan li nêzîkî mala xwe yê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibû wêrankirin, ava kirine. Kon êdî hestek ewlehiyê ya herî piçûk jî nade wan. Ew dibêje ku guleyên dronên Îsraîlê digihêjin konê wan û jiyana wan a rojane tijî xetere ye.

Ew dibêje: "Em di nav tirsek domdar de dijîn. Em nizanin kengê wesayîtên leşkerî dê nêzîk bibin an jî kengê  konê me were gulebarankirin. Malbata min kal û pîr e û ger em ji nişkê ve neçar bimînin birevin, ew nikarin zû derkevin, ji ber vê yekê ez dema li ser wan difikirim xwe bêçare hîs dikim."

Şadiya El-Masrî, di pêncî saliya xwe de, bi malbata xwe ya deh kesan re di konekî ku ne ji pênc metreçargoşe mezintir e, li ser kavilên mala wê ya ku di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de hatiye hilweşandin, dijî. Ew dibêje: “Êdî cihekî me yê rastîn tune ku em biçin. Her ku Xeta Zer nêzîk dibe, em ji bo zarok û malbata xwe bêtir ditirsin."

Tevî van şert û mercan, Şadiya El-Masrî bi van gotinan biryardariya xwe ya mayîna li welatê xwe ji nû ve piştrast dike: "Di sê salên şer û koçberiyê de, me mala xwe winda kir, şert û mercên pir dijwar tehemûl kir. Me bi salan mala xwe kevir bi kevir ava kir û ez naxwazim tiştê ku maye bihêlim û rêwîtiyek din a koçberiyê bikim. Dibe ku rewşa me xirabtir bibe, lê ev yek dê biryara me ya mayîna li vir heya ku em dikarin neguherîne."

Girêdana bi mafê axê re

Di dema xwepêşandanê de, beşdaran redkirina xwe ya li hember berfirehbûna berdewam a Xeta Zer bo nav deverên niştecihbûnê û gefên ji ber wê yên li ser erd û malan, ku bêtir malbat neçar dikin ku malên xwe biterikînin, anîn ziman. Wan girêdana xwe ya bi mafên erdê re û redkirina xwe ya ji koçberbûna dubare piştî salên şer û wêrankirinê tekez kirin.