Jinên Ereb ên Şengalê di mihrîcana çandî de hatin ba hev

Jinên Ereb ên Şengalê di mihricana çandî ya bi pêşengiya Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê hat li dar xistin de, hatin ba hev.

Şengal – Jinên Ereb ên li Şengalê bi pêşengiya Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê bi dirûşima ‘Yekîtiya jinan bingeha demokrasî û guhertinê ye’ li gundê Xelef yê Xanesora Şengalê mihrîcana çandî li dar xistin. Mihrîcan bi danîna konê kevnar yê Erebên Bedû û tiştên kevnar weke destar, bêjing, meşk, teşî û hwd. pêk hat. Di mihricana ku amûrên kevin hat bikar anîn de nanê sêlê ji aliyê dayikan ve hate çêkirin û jin çûn ser avê û cerên xwe tijî dikirin.

Li gel jinên Ereb ên beşdarî mihricanê bûn, berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Rîham Hico tevlî mihrîcanê bû. Mihrîcan bi govendan, stran, helbest, gotin û çîrokan heya setên ber bi êvarê berdewam kir.

Endama Meclisa Jin ya Medîbanê Hîba Ehmed a di mihricanê de amade bû bi van gotinan baş kişand armanca lidarxistina mihrîcanê: “Weke jinên ereb li hev kom bûn, me çanda xwe dîsa zindî kir. Mihrîcan cihê parastina çandê ye. Me di mihrîcanê de dîlanên xwe yên kevnar kirin, me bi şûr lîst ev jî yek ji çanda me ya kevnar e. Di heman demê de me nanê sêlê çêkir. Mihrîcana me bi xweşî berdewam kir.”

‘Bi vê mihrîcanê em çanda xwe fêrî nifşên nû dikin’

Endama Meclisa Jin ya Bîrcarî Nof Şerabî da zanîn ku bi vê mihrîcanê nifşê nû fêr dikin û wiha got: “Em bi van mihrîcanan çanda xwe diparêzin û bi ciwanên vê serdemê jî didin naskirin. Nifşê niha yê berê nas nakin. Çanda kevnar vegerandin erka me ye. Kombûna me ya îro mirovên me yên kevin anîn bîra me. Ji ber ku wan wisa jiyan dikir. Jiyanekî wan ya xweş û aram hebû. Dîmenekî gelekî xweş e, di bin konê de kombûn, çîrok û helbest gotin, stran gotin, hev guhdar kirin, hemû ji bo me cihê xweşiyê ye.”

‘Bi naskirina fikrên Rêbertî em li çanda xwe vegeriyan’

Li aliyê din endama Meclisa Jinên Ereb ya Bîrcarî Zihûr Ehmed jî da zanîn ku bi naskirina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ew li çand û dîroka xwe jî vegeriyan û wiha got: “Me hemû çanda xwe ji bîr kiribû. Hemû tiştên kevnar ku îro di bin konê de me pêşan da, ji bîra me çûbû. Lê bi saya Rêbertiya xwe û rêxistina me em li çanda xwe vedigerin û xwe diparêzin. Me her tişt ji bîr kiribû, lê niha em dîsa vedigerînin. Berê me hemû tiştên kevin ji bîr kiribûn û me pirsa çanda xwe jî nedikir. Rêbertî dibêje dîroka xwe ya kevnar ji bîr nekin û bijîn. Ji ber hebûna insan çand û baweriya wî ye. Bi saya felsefeya Rêber Apo em xwedî li çanda xwe derdikevin.”