Jinên ciwan li dijî komploya 15`ê Sibatê meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê li dijî komploya ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist. Jinên ciwan destnîşan kirin ku ew ê pêşengiya têkbirina komployê bikin.

Kobanê- Di ser komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 23 sal derbas bûn. Gelê Kurd ji destpêka meha Sibatê ve heta 15’ê wê ku vê mehê weke heyva reş pênase dike, çalakiyên cur be cur li dar dixe.
Di vê çarçoveyê de îro Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê di bin dirûşma "Têkbirina komploya 15`ê Sibatê biserxistina jiyana azad e" meş li dar xistin.
Bi sedan ji jinên ciwan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û li bajarokê Tilxezal ê li Başûrê Kobanê kom bûn. Meş bi berzkirina dirûşmên ku komployê şermezar dikin ji ketina gund dest pê kir, heta ber daristana 4`ê Nîsanê domiya.
Di destpêkê de cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê hatin bibîranîn. Paşê daxuyanî ji aliyê jina ciwan Nûşen Ebdî ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Weke gelê Kurd em di sedsala 21`emîn de careke din di qirkirina fizîkî û çandî re derbas dibin. Civaka me ya ku her tim rastî qirkirinan hatiye, ji aliyê hêzên hegemon ve hatiye veşartin. Lê biryara qirkirina Kurdan ji aliyê tevgera Apoyî ve hatiye rawestandin. Ev tevger bi pêşengiya Rêber Apo hat avakirin, rêber Apo em ji xewa mirinê şiyar kirin, çand, ziman û nasnameya me zindî û geş kir. 
Komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat. Em weke gelê Kurd vê rojê, weke rojeke tarî û reş pênase dikin ku di dîroka tevahî cîhanê de şermek mezin dibînin. Dixwestin ku bi girtina Rêber Apo re tevahî gelê Kurd û gelên azadîxwaz qir bikin. Xwestin me bê rêber û pêşeng bihêlin, çawa ku van hêzan di dîrokê de bi sedan pêşengên civakan qetil kirin armanca wan a bi vê komployê jî heman bû. Em weke jinên ciwan serkeftina xwe bi pêşengiya Rêber Apo dibînin, ji ber vê pêwîst e ku tevahî ciwan xwedî li vê serkeftinê derkevin.
Ev çend sal in ku Rêber Apo di nava tecrîdeke giran de dijî. Her ku ev tecrîd giran dibe em dibînin ku pirsgirêk û aloziyên li Rojhilata Navîn jî girantir dibin. Lê em ê weke ciwan bi perspektîf, perwerde û bîrdoziya Rêber Apo bibin bersiv. Bi taybetî jî em weke jinên ciwan ku bîrdoziya Rêber Apo rojane dijîn, em ê pêşengiya serkeftinê bikin. Em ê têkoşîna xwe ya azadiya Rêber Apo ya fizîkî berdewam bikin û êdî dem dema azadiyê ye.
Meş bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "bijî serok Apo" bi dawî bû.
"Em ê ji bo rêberê xwe her tim ser piyan bin" 
Ferîde Ehmed ku tevî temenê xwe yê mezin beşdarî meşê bûbû, nêrîna xwe wiha anî ziman û got: "Îro meşa jinên ciwan e lê dema ku mijar dibe Rêber Apo her tişt radiweste. Ji bo azadiya fizîkî ya serokê me em ê her tim li ser piyan bin. Rêber Apo ji bo me zayînek e nû bû, em bi saya bîrdoziya wî gihîştin vê astê. Armanca komployê jî qutkirina me ya ji vê bîrdoziyê bû lê ev yek tu carî pêk nehat. Ev felsefe bi jiyana me re bûye yek, ji lewre komplo vala derket."
Jinên ciwan ên Şehbayê li hemberî komployê meşiyan
 Bi diruşma “Bi tolhildana jinên ciwan em ê komployê têk bibin, Rêber Apo azad bikin” Yekîtiya Jinên ciwan ên herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dijî komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî li gundê Maratê li dar xist. Bi dehan jinên ciwan ên beşdarî meşê bûn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hildan. Meş ji destpêka gundê Maratê bi diruşmeyên “Bijê Serok Apo” û ”Bê Serok jiyan nabe” heya parka navçeya Ehdas a kantona Şehbayê domkir. Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrîn Evîn Elî ve hat xwendin.
“Emê bi pêşengiya jinên ciwan tolê ji dagirkeriyê bigirin”
Evîn Elî di serî de balkişand ser bêbextiya hêzên navnetewî ya di komployê de û wiha dom kir: “Di dîroka Kurdan de careke din roja reş bûyera bi êş a ku bi destê dewleytên navnetewî û hegoman di kesayeta Rêber Apo de pêk anîn, nêz dibe. Armnca hêzên komploger ewbû ku bi dîlgirtina Rêber Apo re Tevgera Azadiya Gelan ji holê rake. Bi êrîşên dawî yên li ser herêmên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de jî vê yekê nîşan dide. Bê guman berxwedan û tekoşîna gelên ku şopdarên felsefa Rêber Apo ne li hember hemû êrîş û siyasetên qirêj ên dewletên kaptalîst xuya bû.”
Evîn Elî ji bo pêngava “Dem dema azadiyê”jî banga xurtkirina têkoşînê li hemû jinên ciwan kir û got: “Em wek jinên ciwan ên ku pêşengiya vê şoreşê dikin, heya dawiyê hêz û piştgirî didin pêngava ‘Dem dema azadiyê’ ji bo têkbirian komploya navnetewî hamleyek serkeftîye û di gelek waran de encam girtiye. Li ser vî esasî em bang li tevahî jinên ciwan ên ji hemû pêkhateyan dikin ku li hember dagirkeriyê serî netewînin û tolê hilînin.” 
Meş bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.