Jinên ciwan ên Afganî ji bo mafê xwe yê perwerdê çalakî li dar xistin

Jinên ciwan ên Afganî bi pankarta "Em biçin dibistanê" li ber dibistana amedeyî ya lê dixwendin, çalakî li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Li paytexta Afganistanê Kabîlê, jinên ciwan ên ku destûr nehat dayîn biçin dibistanê, li ber Dibistana Amedeyî ya Seyîd Ul Shuhada çalakî li dar xistin. Li welatê ku qedexeyên Talîbanê lê berdewam dikin, keçên pola 6’emîn û jortir hîna nikarin biçin dibistanê. Jinên ciwan ên ku destûr nehat dayîn biçin dibistanê û ji wan re hat gotin ku vegerin malên xwe jî li ber Dibistana Amedeyî ya Seyîd Ul Shuhada kom bûn û pankartên bi nivîsa "Em biçin dibistanê" çalakiya protestoyî pêkanîn. Jinên ciwan ên xwendekarên dibistanê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de alkişandin ser bêdengiya navneteweyî

Çalakvanan bang li dayik û bavên Afganî kirin ku piştgirîya mafê perwerdehiya keçan bikin û xwestin ku qedexeyên Talîbanê bên rakirin. Xwendekara Dibistana Seyîd Ul Shuhada Somaiye Heqco jî diyar kir ku ew dixwaze biçe dibistanê û wiha got: "Ez hêvî dikim ku civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ji bo ku zarokên keç ên li vir vegerin dibistanan xebatê bikin” û bal kişand li ser wê yekê li Afganîstanê bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li ser mafê qedexe kirina perwerdeya keçan.

“Deriyê dibistanan vekin”

Endamên Tevgera Azadî û Edaletê ya Jinên Afganî jî qedexeya Talîbanê ya li ser perwerdeya keçan şermezar kirin. Rêxistin di daxuyaniya xwe de got: “Talîban keçan ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar hişt û mafên bingehîn ên nîvê civaka Afganî binpê kirine.” Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bi tundî ji hikûmeta bi pêşengiya Talîbanê dixwazin ku deriyên dibistanên keçan veke."

Çima dibistana Amedeyî ya Seyîd Ul Shuhada?

Dibistana Amadeyî ya Seyîd Ul Shuhada yek ji navendên êrîşan bû ku par ji aliyê DAIŞ'ê ve rastî êrîşê hat û di encamê de 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kes jî birîndar bûn. Piraniya kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane xwendekarên keç bûn.