Jinên Belûcistanê sempozyûma bi navê pirsgirêkên me çareser nabin li dar xistin

Li Belûcistanê jinan sempozyûmek li dar xist û pirsgirêkên xwe nîqaş kirin. Yek ji aktîvîstên jin Sara Khoşkhoî, rexne dike ku li bajarê herî zêde rêveberên jin lê hene, ji bo çareseriya pirsgirêkên wan gav nayên avêtin û diyar kir ku pirsgirêkên tên jiyîn ji polîtîkayên heyî ne serbixwe ne.

Navenda Nûçeyan- Li Belûcistana Îranê rêveberên jin û aktîvîst di sempozyûmê de hatin cem hev. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Jinan a Belûc, jinên ji Belûcistanê dema ku ji bo pirsgirêkên xwe nîqaş kirin hatin gel hev, mijara herî zêde hat nîqaşkirin jî ew bû ku pirsgirêkên jinên li herêmê dijîn bê çareserî mane. Aktîvîsta siyasî Sara Khoşkhoi ku beşdarî sempozyûmê bû axivî û wiha got; "Li welat herî zêde rêveberên me yên jin hene lê ji sedî deh pirsgirêkên jinan ên Belûcîstanê nehatine çareserkirin. Helbet jinên gelekî jêhatî û ji xwe bawer hene lê divê em rastiyên xwe paşguh nekin.”
"Gelek birînên me yên ku qalik girtine hene" 
Sara Khoşkhoî anî ziman ku divê her jineke li welat dijî weke ‘berpirsyareke’ xwezayî li xwe binêre û got; "Divê her jin ji mala xwe dest pê bike, wekî ku welatê xwe bi rê ve dibe û rê dide xwe li xwe binêre. Gelek birînên me yên ku qalik girtine hene lê em dikarin bi hev re rojên bê birîn ava bikin.”
Sara Khoshkhoi da zanîn ku pirsgirêkên jinan ên li Belûcistanê bi polîtîkayên heyî ve girêdayî ne.