Jinên Şengalê: Di dema serdana Kazimî de li me xistin ne tesadufe

Jinên Şengalê yên li cihê bûyerê bûn dan zanîn ku berê ji wan re gotine kom bibin dê Serokwezîrê Iraqê Kazimî bê û paşê jî li wan xistine û gotin: “Ev ne tesaduve. Hem di salvegera komkujiya Til Izêr de hem jî bi hatina Kazimî re li me xistin.”

Şengal - Li Suka Kevin ya Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi sedan jinên Êzidî dema berê xwe didan lufên çiyayê Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin girtin, bi zincîran ew ji bo firotin û kûştinê birin. Sala 2015’an gerilayên YJA Star, HPG, Yekîneyên Parastina Gel (YPG ) Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li hemban sukê despêkirin li çeteyên DAIŞ’ê xistin bi berxwedaniyeke mezin Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. 
Çend roj berê jî jinên Êzidî bi desmalên sipî yên bi xwîn, cilên reş û destên zincîr kirî li heman sukê bi boneya salvegera fermana 74’an meşiyan. Jinên bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidîxanê (TAJÊ) meşiyan peyama êdî weke jinên Êzidî wan xwe rêxistin kirine û dê desturê nede fermanan dan. 
Li heman Sukê îro jî êrîşên hewayî pêkhatin. Li gorî agahiyan berê welatiyên Şengalê hatine hayîdar kirin ku dê Serokowezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biçe serdana wan. Welatiyên Şengalê jî ji serê sibê de amadekariya xwe dikin û di kêliyên ku ji bo hevdîtinê derdiketin kolanê de balefirên şer ên dewleta Tirk li wan xist. Despêkê lê dixe dema ku welatî li ser wesayîtê kom dibin carekdinê jî lê dixe. Li gorî agahiyên berdest 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û hejmara birîndaran jî nezelale. 
Endamên Saziya Mayînan a Navnetewî (MAKG) yên ku derdorê ji mayînan paqij dikirin jî dema dibînin li nava koma mirovan li wesayîtekê xistin bi hewara wan de diçin. Cara duyem dema balefir lê dixe ji wan jî yek jiyana xwe ji dest dide û 4 jî birîndar bûne. Dayikên li cihê bûyerê kombûn hêrsa xwe nîşandan û diyar kirin ku berî hevdîtinê agahî dane wan ew jî kom bûne û paşê li wan xistine.
“Di salvegera komkujiya Til Izêr de li me xistin”
Şemsê Remo da zanîn ku şevêdinê Hikumeta Iraqê agahî daye wan ku dê Serokowezîrê Iraqê Kazimî serdana wan bike, ew jî daketin nava şengalê û li benda Kazimî bûn dîtin balefirên şer li wan xist û wiha dom kir: “Li wesayîtek me dan. Em hemû li wan derdoran komdibûn pêre me dît li nava koma me dan. Şehîd û birîndarên me hene. Her rojê bi pilanek qirjê ser me de tên. Ji roja 14’ê Tebaxa 2007’an êrîşa wan a ser Til Izêr heya niha pilanên wan ên qirjê dewamin. Em dizanin ji bo salvegera komkujiya Til Izêr ev êrîş pêk anîn. Yên dibêjin em berpirsên Êzidiyanin û doza mafê wan dikin li kune, hemû derewin û li peyî pîlanên qerêjin. Vaye dîsan li me xistin û zarokên me qetilkirin.”
“Berî hatina Kazimî ne tesadufbû li me xistin”
Emşe Şengalî jî bi lorînan qala êrîşên berî kêliyekê ser wan hatî kirin wiha anî ziman: “Dixwezin me xilas bikin, em xilsa nabin. Heta yek ji me bimîne, emê li peyî şopa şehîdên xwe bin, ew ticarî nikarin me xilaskin. Ew dixwazin em dev ji axa xwe berdin, ji ber wê pîlanan li ber me didanin. Emê ticarî dev ji axa xwe bernadin. Berî niha gotin dê Kazimî dê bê Şengalê hemû kom bibin, em kom dibûn me dît êrîşî me kirin.”