Jinên Şehbayê li hemberî komployê meşiyan

Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê jinên Şehbayê li hemberî komploya 9’ê Cotmehê meşiyan.

Şehba– Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrîn ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi alîkariya Rêxistina Kongreya Star a herêmê û Meclîsa Jina Azad a Şehbayê bi boneya şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê meşiyan. Meşê bi diruşmeya "Bi tolhildana jinan em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin" ji gundê Tilqireh ê kantona Şehbayê despê kir, li ber navenda Meclîsa Malbetên Şehîdan a gund dawî bû. Li ser navê koordinisiyona Kongreya Star Ayşe Mehmûd li ser komployê axivî.
"Hedef komplogeran têkbirina projeya Netewa Demokratîke"
Ayşe Mehmûd armancên komplogeran nirxand û got: "Bi kamployê xwestin projeya Netewa Demokratîk a li Rojhialta Navîn peyîder pê dikeve meriyetê tunebikin. Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd û azadiya wan hedef girtin. Bi berxwedana gelan armanca dagirkeran têk çû û projeya Netewa Demokratîk li tevahî cîhanê deng veda. Em ê jî bi rihê vê berxwedanê Rêber Apo fîzîkî ji zîndana Îmraliyê azad bikin û jiyanek azad ava bikin."
"Armanca me ya yekem azadiya Rêber Apo ye"
Li ser navê rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrîn jî Rîm Dada bi şermezarkirina komployê dest bi axaftinê kir û got: "Em wek jinên ciwan ên herêma Efrînê armanca me ya yekemîn azadiya Rêber Apo ye. Bi dîlgirtina Rêber Apo dixwestin felsefeya netewa Demokratîk û azadiya gelan ji holê rakin û zihniyeta xwe ya desthiladar li ser civakê ferz bikin. Em ê tu carî dev ji xeta Rêber Apo nîşanî me daye bernedin û li ser wê şopê bimeşin."
"Em ê dagikeriyê têk bibin"
Rêvebera Kongreya Star a Herêma Efrîn Fatime Silêman jî bal kişand ser domandina kamployê û wiha pê da çû: "Armanca me ji vê meşê şermezarkirina kamploya li ser Rêber Apo ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de hatiye dest pêkirin û heya vê kêliyê didome. Ev komplo tê wateya ji holê rakirina fikir û felsefeya Rêber Apo ku di nav gel de hatiye belavkirine. Nameya me ji dewletên dagirker re heye ku ewê tu carî nikarin îrade û projeyên me tune bikin û biçewsînin. Rêber Apo ji bo azadiya jin û ciwanan fikirê netewa demokratîk derxist holê, em jî wek Kongra Star xwedî li vê fikirê derdikevin. Em dev ji çalakiyên xwe bernadin ta ku em azadiya Rêber Apo mîsogerbikin û zihniyeta dagirkeran têk dibin."
"Bi rêbazên şerê taybet komployê didomînin"
Berdevka xwendekarên Demokratîk û endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrîîn Rosêl Ebd el Hamîd jî got: "Ev bû demek me tu agahî ji Rêber Apo nebihîstiye û heya vê kêliyê jî komploya navnetewî li ser me didome. Ev jî rêbazek ji rêbazên şerê taybet e ku bi vê komloyê îradeya gelan biçewsînin. Em ê xwedî bertek û helwest bin li hember vê komployê û helwestên xwe her tim bidin nîşan û vê komployê şermezar dikin."