Jinên Îranî di lîstikên Asyayê de du madalyayên zêr û du yên zîv girtin

Jinên qeyîkvan ên Îranî di Lîstikên Asyayê yên Nagoyayê de madalyayên zêr û zîv girtin. Zeyneb Norouzî û Kîmya Zareî di pêşbirka rakirina sivik a jinan a duqatî de medalyaya zêr, Fatemeh Mocellal di pêşbirka rakirina sivik de medalyaya zêr girt.

Navenda Nûçeyan – Di roja pêncemîn a Lîstikên Asyayê yên Nagoya yên 2026’an de, werzîşvanên jin ên Îranê yek ji rojên herî serkeftî bi navê Îranê bi dest xistin. Jinan du madalyayên zêr û du madalyayên zîv di qeyîkvanî û wûşuyê de girtin.

Madalyayên zêr girtin

Di qada qeyîkê de, Zeyneb Norouzî û Kîmya Zareî di fînala pêşbirka rakirina sivik a jinan a duqatî ya Lîstikên Asyayî de bi dereceya 6:53.93’an de di rêza yekem de cih girt û madalyaya zêr bi dest xist. Japonya û Hong Kongê di rêza duyemîn û sêyemîn de cih girtin.

Ev serkeftin bû duyemîn medalyaya zêr a ku jinên Îranî di qada qeyîkvaniyê de digrin. Berê Fatemeh Mucellal bi dereceya 7:24.57’an di fînala rakirina sivik a jinan de bi ser ketibû û yekem medalyaya zêr a Îranê di qeyîkê de di Lîstikên Asyayî de bi dest xistibû.

Madalyaya xwe diyarî keçên Îranê kir

Piştî vê serkeftinê, Fatemeh Mucellal diyar kir ku ev madalya encama du salên perwerdeya berdewam a di bin şert û mercên cuda de ye û madalyayê diyarî keçên Îranê kir.

Di pêşbirka qeyîkê de, tîma çarqat a jinan a Îranê ku ji Mahsa Cewar, Soha Fexrî, Saghî Malekî û Hengameh Kamyab pêk dihat, bi dereceya 6:27.24 di rêza duyemîn de cih girt û madalyaya zîv bi dest xist. Tîma Çînê madalyaya zêr, Japonyayê jî di rêza sêyemîn de cih girt.

Di Wûşuyê de, Sogand Sinkaeî di fînala kategoriya Sanda ya jinan a 52 kg. de piştî ku li hemberî Wudî ya Çînî winda kir, madalyaya zîv bi dest xist. Sinkaeî di riya xwe ya fînalê de reqîbên xwe yên ji Hindistan, Vîetnam û Hong Kongê têk biribû.

Performansa jinên Îranî di dema Lîstikên Asyayî yên Nagoyayê de pêk hatin, nîşan didin ku werzîşvanên jin ên Îranî di dîsîplînên wekî qeyîkvanî, wûşu, şûrsazî û kabaddiyê de pêşbazî kirine.