Jinên Êzidî: Em ê heta dawî tekoşîna azadiyê bimeşînin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kongreya xwe ya 3’yemîn bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi jiyana komînal ve” li Şengalê li dar xist.

Şengal –  Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), kongreya xwe ya 3’yemîn di 18’ê Gulanê de bi beşdariya 250 delegeyan li navenda Meclîsa Gel a Şengalê li dar xist. Jinên ku beşdarî kongreyê bûn ji ajansa me re axivîn û gotin: “Em bi saya fikrên Rêber Apo û keda şehîdan gihîştin vê qonaxa dîrokî ya tekoşînê” 

‘Dengê me yek e em mil bi mil in’

Ji beşdarên wergeha şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, Hacer Ehmed kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Di serî de em kongreya 3’yemîn a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Rêbertiya xwe û gerîlayên ku 50 sal in li serê çiyayan li ber xwe didin pîroz dikin. Her wiha em li dayîkên êşkişandî û dilşewat ên Mexmûr û Şengalê pîroz dikin. Ev cara yekem e ku ez têm Şengalê, xeyala min ew bû ku ez rojek werim axa pîroz a Şengalê bibînim û civaka me ya Êzidî ji nêz ve nas bikim. Dema ji min re gotin têyê biçî Şengalê ez pir kêfxweş bûm. Êşa me û jinên Êzidî yek e em yek in. Ji ber ku pirsgirêkên hatin û çûyînê di navbera Mexmûr û Şengalê de hene em nikarin zêde werin Şengalê ev pirsgirêk çareser bibin dê baştir bibe. Ev Kongre ji bo me pir girîng û xweş e her wiha silav û hezkirinên jinên Mexmûrê ji bo hemû jinên Êzidî hene. Dema em behsa xwe dikin jinên Êzidî tên bîra me, ji ber ku êşa me yek e, em wan kal, pîr, keç û xortên ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de hatin kuştin û revandin ji bîr nakin. Em bejna xwe li hemberî wan şehîdên ku bi xwîna xwe Şengal parastine û xwedî lê derketine ditewînin. Dema em behsa Şengalê dikin her çar parçeyên Kurdistanê tên bîra me. Em soz didin ku em ê destekê bidin Şengalê û bila wisa nefikirin ku wê Şengal teslîmiyeta îxanetkaran qebûl bike. Şengal wê li ser xwe bimîne û li ber xwe bide em serkeftinê ji hemû jinên cîhanê re, bi taybet ji bo Şengalê dixwazin.”

‘Armanca me ew e ku em hemû jinên Şengalê bi rêxistin bikin’

Hevberdevka komîna jinan a navçeya Sinûnê Delal Revo li ser girîngiya lidarxistina kongreyê axivî û wiha behsa girîngî û armanca kongreyê kir: “Kongreya me bi serkeftî derbas bû. Di demeke wisa de ku gelek pêşketinên girîng çêdibin lidarxistina kongreyê xwedî wateyeke mezin e. Piştî me fermana 3 Tebaxa 2014’an dît êdî tirsa me ji kesê nîn e. Tu hêz nikare me ji tekoşînê dûr bixe. Erka ku dikeve ser milên me mezin û dîrokî ye. Armanca me ya esasî û pêşî ew e em her jinê bi rêxistin bikin, mekanîzmayên zanebûn û xweparastinê ava bikin û lêgerîna azadiyê bi pêş bixin di ku careke din ferman bi serê vê civakê de neyê. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, her dem xwedî li erk û berpirsiyariya xwe derdikevin. Di vê kongreyê de gelek peyamên xurt û girîng hatin dayîn. Dîsa perspektîfên Serok Apo ji bo kongreya me bûne ronahî Armanca kongreya me ew e ku em weke jinên Êzidî têkoşînê mezintir bikin û xwe di her milî de bi pêş bixin. Di vê jin bo mafên xwe têbikoşin ji bindestî û koletiyê rizgar bibin. Em ê civaka xwe ji her cure êrîş û qirkirinê biparêzin. Her wiha jinek ku li ku derê hebe em ê xwe bighîjînin û bi hev re civakek wekhev û serkeftî ava bikin.”

‘Em bi cil û bergên spî tevlî kongreyê bûn’

Neîma Xelef jî kongreyê li hemû jinên Êzidî pîroz kir û bi van gotinan peyama xwe da: “Ez jî gelek kêfxweş im ku beşdarî kongreya jinan bûme. Ji bo me pir girîng û bi wate ye ji ber ku em weke jinên Êzidî û her wiha mêvanên ji derve jî hatine bi hev re kongreyeke wisa bi cil û bergên spî li dar dixin. Em bi cil û bergên xwe yên resen vê kongreyê li dar dixin, ji ber ku em bi cil û bergên xwe tên naskirin. Beriya fermana 2014’an tu carî tiştekî bi vî rengî nehatibû lidarxistin, em ê heta dawî li ser vê xetê bimeşin û li ber xwe bidin.”