Jinan li dijî tayînkirina qeyûm bertek nîşan da

Jinan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û wiha gotin: “Ji Îzmîrê heta Colemêrgê em serhildana xwe ya li dijî qeyûm mezin dikin.”

Navenda Nûçeyan- Rêxistinên jinan ên li Îzmîrê ji bo piştevaniya bi “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” ku li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi dirûşma “Jinên Îzmîrê qeyûm naxwazin” daxuyanî dan.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Piştevaniyê Mor, Pîrebokên Kampusê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Hiqûqnasên ji bo Edaletê, Tevgera Zanîngehên Azad, Jinên ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û jinên ji Tevgera Jinên Sosyalîst (SKH) di daxuyaniyê de amade bûn.

‘Mafê jinan tê xesp kirin’

Li ser navê rêxistinên jinan Endama Piştevaniya Mor Sîbel Orkmez daxuyanî da. Sîbel Orkmez, diyarkiri ku tifaqa AKP-MHP’ê encamên hilbijartinê qebûl nekiriye, îradeya gel û jinan nas nekiriye û cara sêyemîn qeyûm li Şaredariya Colemêrgê tayîn kiriye û wiha got: “Li rexekî mafên jinan ên hatine bidestxistin xesp dike, li rexa din jî siyaseta xespkirinê bi rêya qeyûman didomîne. Ev 8 sal in qeyûmên li îradeya gelê kurd û jinan hatine tayînkirin, polîtîkayên dijminatiyê yên desthilatê meşandin.”

 ‘Qeyûm êrişek li dijî pergala hevserokatiyê ye’

Sîbel Orkmez di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku qeyûm, êrişeke li dijî pergala hevserokatiyê û rêgeza nûnertiya wekhev e û wiha dom kir: “Desthilat dixwazin rêveberiyên herêmî veguherîne qada xwe ya tehekûmê. Desthilat hewl dide vê avadaniya zordariyê li herêman bidomîne. Lewma li serokatiya şaredariyê, endamtiya meclisê, serokatiya daîreya jinê ku herî zêde nûnertiya me jinan li wir hene; hewl da mêrên hîzbûllahî yên jin bi girêka beraz qetil dikin bi cih bikin.”

‘Em ê berxwedanê mezin bikin’ 

Sîbel Orkmez, diyar kir ku jinên li Colemêrgê di hilbijartinê de li dijî siyaseta qeyûm dengê xwe dane edalet, wekhevî û azadiyê û axaftina xwe wiha qedand: “Tu wateya qeyûman di nezera jinan de tune ye. Bila baş bizane ku em ê qebûl nekin ku li şûna Viyan Tekçe a bi îradeya gel hatiye hilbijartin walî weke qeyûm were tayînkirin. Ji Îzmîrê heta Colemêrgê em ê vî dengî û vê serhildanê bi hev re mezintir bikin. Şaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ye.”