Jinan li cihê lê hat qetilkirin Nagîhan Akarsel bibîr anîn
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel di sêyemîn salvegera qetilkirina wê de li cihê ku lê hat qetilkirin bi gul û findan hate bibîr anîn.

Silêmanî – Nagîhan Akarsel di sêyemîn salvegera xwe de li cihê lê hatiye qetilkirin, li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê bi amadebûna rêheval, welatparêz û jinan hate bibîranîn.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî giyanên şehîdan dest pê kir. Piştre gul li cihê Akarsel hatiye qetilkirin hatin danîn û find hatin vêxistin.
Piştre ji aliyê çalakvana siyasî Sara Reza ve daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berî sê salan di rih û hestên me jinan û civakê de birînek hate vekirin. Heval û hevrêya me Nagîhan Akarsel ku çeka wê ya herî sade ya ji bo parastina xwe, welat, civakê fikir û pênûsa wê bû, di demekê de ku li gel jinên Başûr hewl dida Navenda Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jinên Kurd damezrîne, hate hedefgirtin û şehîd bû.”
‘Niha gotar û armanca Nagîhan Akarselê gihiştiye gelek cihên dinyayê’
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em bi wê çendê nesekinin ku xemgîniya xwe bînin ziman, wê em fêr kirin ku bi hev re xewnên xwe bikin rastî. Xewna gihiştina jina Kurd bi çavkaniya dîroka xwe a bi rêya berhemên wê. Zimanê me cuda bû ji bersivdana wê terorê. Me bi dîroka azadîxwaziyê, bi ked û têkoşînê qurbaniyek zêde daye. Me ewqas ji dîrokê fam kiriye ku bi têkoşîn, ked û israra li ser armancên xwe wî dengî bigihînin hemû cihan.
Niha gotar û armanca Nagîhan Akarselê gihiştiye gelek cihên dinyayê. Di demekê de ku em vê rojê bibîr tînin, jinên welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê amadekarî ji bo nasandina pirtûka Nagîhan Akarsel dikin. Êdî em li vê cîhanê ne bi tenê ne, ne tenê çiya dost û piştê me ne. Belku ked û têkoşîna jinan a di warê arşîv, pirtûk, lêkolîn û gotinê de xwe gihandiye hemû aliyên cîhanê.
Nasnameya jina Kurd a azad êdî nasnameyeke ji bo dinyayê cihê şanaziyê ye. Dinya ji me îlham û hêviyê digire. Nagîhan Akarsel bi xebata ku kirî, vegeriya koka nirxên civakî ku bi destên jinan hatiye afirandin.”
‘Em ê riya şehîdan bidomînin’
Endama malbata şehîdan Beyan Ferc ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dijmin ji jina azad ditirse ji ber wê bi destê terorîstan Nagîhan Akarsel hate hedefgirtin û wiha got: “Dijminê Kurdan ji jina azad, bi hêz û jîr ditirse, ji ber wê jinan qetil dike. Nagîhan Akarsel dema xwe ji bo avakirina navendekê ya jinan ku bikarin tevahî destkeftî û zanistên jinan tê de arşîv bike, amadekarî dikir hate hedefgirtin. Em ê li ser zanista Jineolojî rê û rêbazên şehîd Zîlan bidomînin. Şehîd Nagîhan û gelek şehîdên din li pey zanist û azadiya jinê şehîd bûne, em jî li Başûrê Kurdistanê soza berdewamiya xebatên wan dubare dikin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser riya wan bidomînin û her tim xebatên wan bidin jiyîn.”