Jinan dê bi çalakiyên cûr be cûr 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan dê bi çalakiyên cûr be cûr 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan pêşwazî bikin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – 25’ê Mijdarê wekî roja wekî Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ji aliyê NY’yê ve hatiye ragihandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bingeha herikîna Şoreşa Jinan e, li tevahî cîhanê nimûne û dîrokî ye, tevahî tevger û rêxistinên jinan ji bo vê rojê platformeke çalakiyên hevbeş çêdikin û berî 25’ê Mijdarê bi demekê kampanyaya xwe li dar dixin. Têkildarî çalakiyên ku di çarçoveya kampanyayekê de bê ragihandin, Endama Rêveberiya Komeleya Savuşka ya Jinê Necla Temo ji ajansa me re axivî.

‘33 rêxistin û tevger dê ji bo kampanyayê amade bin’

Necla Temo behsa roja ragihandina kampanya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê kir û dirûşma wan a sereke wiha eşkere kir: “Komeleya Savuşka tevgerek ji 33 rêxistin û tevgerên ku dê di nav kampanyaya 25’ê Mijdarê de amade bin. Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, me wekî tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek berfireh li dar xist û wekî encamname rêzeçalakî hatin diyarkirin. Kampanyaya me dê di 12’ê Mijdarê de li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê were ragihandin.”

Rêzeçalakiyên Kampanyaya ji bo 25’ê Mijdarê

Necla Temo rêzeçalakiyên Kampanyaya 25’ê Mijdarê ya Platforma Çalakiyên Hevbeş a rêxistinên jinan, wiha rêz kir: “Di rêzeçalakiya me ya îsal de dê gelek çalakiyên cur be cur li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin lidarxistin. Di nav wan de gelek semîner li ser danasîna 25’ê Mijdarê hene. Di heman demê de dê wêneyên şehîdên jin li kolanan û li ser otobusan werin daliqandin. Her wiha dê semîner ji bo mêr û hêzên leşkerî werin dayîn, tevî meşên mêran jî ên ku li ser asta Kantonan çêbibin. Wekî Tevgera Hîlala Zêrîn jî di pêşkêşkirina skêçên ku behsa tundiya li ser jinan dikin û awayên têkoşîna li hemberî tundiyê dê alîkarî were kirin. Jixwe li ser asta cîhanî û Rojhilata Navîn jî dê bi riya Zoomê panel werin lidarxistin ji bo vê rojê.”

‘Em ê ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe xurt bikin’

Necla Temo bang li welatiyan kir ku piştgiriyê bidin jinan her wiha teqez kir ku dê ji bo jinan têkoşîneke mezin bidin meşandin heta bigihîjin azadiya xwe û wiha bi dawî kir: “Tundiya ku li ser jinan tê kirin, bi hezaran salan e berdewam dike lê belê em wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka Şoreşa Rojava ve dikaribûn bi rêxistinbûyîn û hevgirtina xwe ya xurt, mafên xwe bi dest bixin. Niha em dibînin çawa jin di hemû dezgeh û beşên Rêveberiya Xweser de cihê xwe digrin û di asta rêveberiyê de kar û xebatan didin meşandin. Banga min ji bo hemû gelan ew e ku ne tenê ji bo roja 25’ê Mijdarê piştgiriya xwe ji bo jinan pêşkêş bikin û piştgiriya xwe ji bo çalakiyan bikin. Bi taybetî ji tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tê xwestin ku em hevgirtina xwe xurt bikin û ji bo jinan kar û xebateke baş bidin meşandin da ku layiqî wan bin heta bigihîjin azadiya xwe.”